Cenazeyê girtiyê siyasî Tuncer Saglam ê li Enqereyê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû, gihişt Wanê.
Girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku li girtîgehê dihat ragirtin û ev 25 roj bûn li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê dihat dermankirin, di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tuncer Saglam ku piştî kar û barên otopsiyê ber bi Wanê ve bi rê ketibû, gihişt Wanê. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevî malbatê cenaze pêşwazî kirin.
Wê cenazeyê Tuncer Saglam sibê di saet 11.00an de li gundê Kolo yê girêdayî navçeya Qelqeliyê bê veşartin.
















