• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ne Çemê Reş e, şerma reş e!

Bilal Guldem / AW

5 TÎRMEH 2025 - 09:53
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Mêrdîn – Çemê Reş ku li navçeya Şemrexa Mêrdînê ye ji ber xemsariyê tije gilêş û gemar bûye. Tevî ku cihê seyranê ye jî kes ne paqij dike û ne jî lê xwedî derdikeve. Çem û seyrangeh ji çopê xuya nake. 

Çemê Reş li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê diherike. Di nav gelî û deviyan de diherike. Cihekî pirr xweş e. Hem ava wê xweşik e û hem jî sûlava wê xweşik e. Ev der di heman demê de cihê seyranê ye. Lê bê xwedî û bêkes hatiye hiştin. Der û dorên çem û nava çem tije poşet, şûşeyên avê yên plastîk, her cure gemar têde heye.

Qirêjkirin û gemara li ser avê û li qiraxê çem li aliyekî hemû xweşikiya vir têk biriye li aliyê din jî mirov nikarin ji ber bêhna genî li ber çem û binê daran bêhna xwe bidin.

Kî diçe wir seyrana xwe pêk tîne, çopa xwe li wir dihêle û ev çop hemû dikeve nava avê û qiraxê çem bi çopê tije bûye. Ava çem ji çopê xuya nake.

Şaredarî xemsar in

Tevî ku ev çem di nav sînorên navçeya Şemrexa Mêrdînê de diherike jî ne Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyim ve hatiye desteserkirin ne jî Şaredariya Şemrexê çopê paqij nakin. Di vê çopa berhev bûye û qirêjiya çem de xemsariya rayedaran xwe nîşan dide. Tenê ne her du şaredarî, di heman demê de ekolojîst û saziyên xwe jî li hemberî vê rewşê xemsar tevdigerin.

Bêhna genî belav dibe

Ji bo nexweşî çênebe û li vî cihê seyrangehê bêhna genî belav nebe, dermankirin ango dezenfekte jî nayê kirin. Lewma bêhna genî li derdorê belav dibe.

‘Projeya çêkirina derdora çem disekine’

Me têkildarî mijarê xwe gihand Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û qirêjkirina çem jê pirsî. Kudret Uçuk destnîşan kir ku ew qirêjkirina çem ji nêz ve teqîb dikin û têkildarî mijara navborî wiha got: “Derfeta me nîn e. Em di hefteyekê de rojek du rojan paqij dikin. Lê dîsa jî ev yek têrê nake. Miletê me tê û qirêjî dikin. Divê miletê me jî baldar be. Me çend caran kontrol kir, lê me pêk neanî. Divê Şaredariya Bajarê Mezin a Mezin destekê bide me. Qeweta şaredariya me têrê nake. Beriya qeyim bê, me û şaredariya bajarê mezin xwest em derûdora wê çêbikin. Me projeyek xweşik ji bo çem amade kiriye. Projeya me disekine. Piştî qeyim hat proje sekinî. Lê niha derfeta me têr nake. Em jî wê qirêjî û çopê dibînin û em jî ji vê ne razî ne. Em dixwazin her kes baldar be û çopa xwe li derdorê nehêle.”

Etîket: Çemê ReşçopekolojîstMerdinŞaredariya ŞemrexêŞemrex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Zaroka 15 salî ku bi çekê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Zaroka 15 salî ku bi çekê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

13 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

16 HEZÎRAN 2026
Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne