• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê ye

Bilal Guldem / AW

20 ADAR 2025 - 13:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Amed xwe ji bo Newroza dîrokî ya sibê bê pîrozkirin, amade dike. Li Qada Newrozê amadekariyên Newrozê ber bi dawî ve diçin. Çavê her kesî li ser Newroza Amedê ye û her kes çaverêyê peyama Abdullah Ocalan e, ev jî wek suprîzekê tê dîtin.

Wek ku hunermendê navdar Aram Tîgran di strana xwe de dibêje, “Sibeye Newroz e” yanî 21ê Adarê ye, roja Newrozê ye. Bajarê Amedê xwe ji bo Newroza dîrokî ya sibê amade dike. Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Newroza 2025an di bin siya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê pîrozkirin. Amed sibê wê mazûvaniyê ango şahidiyê ji sed hezaran kes re bike. Li Parka Newrozê ango li qadê amadekariyên ji bo sibê berdewam dikin. Li aliyekî qad tê xemilandin li aliyekî sehneya Newrozê tê amadekirin.

629 rojnamegeran ji bo akredîtasyonê serlêdan kiriye

Wê gelek mêvan jî di protokola Newrozê de cih bigirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re dawetname şandiye. Li bendê ye bi dehan siyasetmedar û rewşenbîr tev li Newrozê bibin. Her wiha îsal 629 rojnamegeran ji bo akredîtasyonê serî li DEM Partiyê dane da ku pîrozbahiya Newrozê bişopînin.

Axêver dê peyaman bidin

Gelek axêver jî beşdarî Newrozê dibin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û çend axêver jî dê derkevin ser sehneyê û peyaman bidin. Her wiha stranbêj jî tev li şahiya Newrozê dibin û wê bi sed hezaran kes li ber stranan rakin dîlanê û kêfxweş bikin.

Dibe ku peyam suprîz be

Çavê raya giştî li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ka gelo dê peyamek bo Newrozê bişîne an na. Ev peyam jî wek suprîz tê dîtin.

Pankarta pirrzimanî

Pankartê Newrozê ku li ser sehneyê hatiye daliqandin bi pirrzimanî Cejna Newrozê hatiye pîrozkirin. Ev jî pirrengîbûna Newrozê dide nîşandan.

Kemal Kurkut dê were bibîranîn

L aliyê din xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza Amedê ya sala 2017an de li ser Cadeya Evrîm Alataş ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Wê sibê Komîteya Amadekar a Newrozê û komek siyasetmedar beriya bernameya Newrozê li ser cihê ku Kemal Kurkut lê hatiye kuştin wî bibîr bînin û paşê derbasî protokola Newrozê bibin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne