• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çareseriya Ocalan û banga 15ê Sibatê

Rojger Botan

13 SIBAT 2025 - 09:34
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Tê zanîn di rastiya her têgîn û têgehên civakî de rêbaza fikra dîyalektîk serwer e. Rêbaza dîyalektîkê ne rêbaza Darwînîst a “tişta bi hêz tişta qels tune dike” ye. Her wiha ev rêbaz ne rêbazeke Marksîst e ku tê gotin dîrok wekî Levh-î Mehfûz hema çawa hatibe nivîsandin, wê wekî çarenûsa civakê bê jiyîn.

Di du sed salên dawî de zanistiya pozîtîvîzmê jî rêbaza dîyalektîkê di her qadê de şaş girtiye dest. Li gorî vê zanistiyê tişta kirde li ser bireserî ye. Ev rêbaz li ser her rastiya civakê hatiye bikaranîn. Hem rêbaza Darwînîst, hem a Marksîst hem jî ya pozîtîvîst a ser civakê şaş e. Lewre di xwezayê tu tişt ne gengaz e ku li ser tiştekî din xwe bibîne û ava bike. Heke kirde li ser bireser be, tê wê wateyê ku gelên serdest li ser gelên bindest e ango li gorî Darwîn, tişta bi hêz dikare tişta qels tune bike.

Hem rêbaza zanista pozîtîvîst hem jî fikra Darwînîst, tê zanîn rê li ber modernîteya kapîtalîst û pergala wê ya netew-dewletê vekir. Li gorî kapîtalîzmê netewên serdest li ser netewên bindest in. Ji qirna 16emîn ve modernîteya kapîtalîst girêdayiyê bîrdoziya pozîtîvîzmê hemû rastiyên civaka komunalîst di komkujiyê re derbas kir û hemû daneheviya rastiya şaristaniya demokratîk a bi hezaran salan xist di destê xwe de.

Modernîteya kapîtalîst û modela wê ya netew-dewletê tune hesibansin û wêrankirina gelan e. Kirde ango netewa serdest li ser bireser ango netewên bindest in. Ev rêbaz di van du sed salên dawî de tenê ji civakê re şer, kuştin, qetlîam û komkujî anî. Lewre diviyabû ku ji bo her netewekê dewletek hebûya û hemû gelên din li ber qamçiyê vê netewê bûya. Ev rêbaz rê li Napolyan, Hîtler, Franco û Mûssoloniyan vekir.

Înkar û werankirina Kurdan, Ermen, Êzîdî, Suryan û hwd. di çarçoveya vê pergalê de pêk tê. Îlankirina komara tirk îlankirina netew-dewletên herêmê ne. Fikra ji her netewekê re dewletek li Kurdistanê jî pêk hatibû. Ji tirkan, ereban û farisan re netew-dewletek hatibû avakirin û bi vî rengî Kurdistan hatibû perçekirin. Tişta ji kurdan, ermen, êzîdî û suryanan re mayî înkar û îmhakirin bû.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwede hemû cureyên modernîteya kapîtalîst û modela wê ya netew-dewletê bi berfirehî şîrove dike û alternatîfa modernîteya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li dijî vê modernîteya dij-civak, dij-xweza û dij-jinê bi pêş xist. Li dijî înkarkirina gelan, Ocalan bi modela netewa demokratîk parastina pêkhateyên pir nasnameyî, pir çandî û pir siyasî dike.

Ocalan, li dijî hemû rastiyên kapîtalîst û lîberalîst ên ku hemû civak xistine di nava qefesê de, çareseriyên dîrokî bi pêş dixe. Ocalan, li dijî mezhebên lîberal ên wekî, nîjadperestî, oldarîperest, zayendîperest û zanistparêziyê bîrdoziya sosyalîzma demokratîk bi pêş dixe.

Rastiya modernîteya kapîtalîst a pênç sed sala, li şûna ku pirsgirêkên civakî çareser bike, zêdetir kiriye. Ev pergala ku qeyran û kaosê mezintir dike ne gengaze ku ji pirsgirêkan re bibe çareser. Lewre ji ber vê jî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta DEM Partiyê ya di 22ê çileyê de pêk anî “an çareseriya min an jî çareseriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka yê” gotibû. DYA, hîna jî nûnertiya modernîteya kapîtalîst dike. Lewre çareseriya DYA’yê restorekirina kapîtalîzmê ye û hîna jî bi aqilê pozîtîvîst tevdiger e. Lewre ji bilî xwe tu hêzek û tu fikrek din qebûl nake. Pergala bi qeyranan re mijûl dibe dixwaze li ser piyan bigire û ji kaosê xelas bike.

Li Kurdistanê jî bi heman rêbazî tevdigere. Dixwazin li herêmê modela xwe restore bikin û ji nû ve ava bikin. Lê Kurdistan ne Ewropa û Emerîka ye. Li Kurdistanê bi modela Yekitiya Ewropayê pirsgirêk nayên çareser kirin. Modela Yekitiya Ewropayê restorekirina pergala kapîtalîst e. Careke din daxwaz dikin vê pêk bînin lê li dijî wan rastiya PKK’ê û Abdullah Ocalan heye. Çareseriya Ocalan, demokratîkbûna hemû sazî û pêkhateya ne. Di nava kaosa rojhilata Navîn de êdî ne gengaz e çareseriya DYAyê bi serkeftî derbikeve. Lewre çareseriya DYAyê bi hemû pêkhateyên xwe ve îflas kirin. Di 15ê Sibatê de Abdullah Ocalan wê vê rastiyê careke din nîşan bide û wê banga li dijî kapîtalîzmê modernîteya demokratîk bike.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne