• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

Mahmût Altintaş / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 14:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Li gorî agahiyên me ji rayedarên DEM Partiyê wergirtin; çarçove qanûn a ji bo pêvajoyê dê piştî civîna NATOyê were rojeva Meclîsê. Tê gotin çarçove qanûn piştî hevdîtinan, dê hefteya pêş me diyar bibe.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Xala sereke ya pêvajoyê çêkirina çarçove qanûn e. Piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê ya Meclîsê çavê raya giştî jî li Meclîsê ye ku derbarê guhertina qanûnan ango qanûna çarçoveyê de xebat bê destpêkirin. Lê tevî ku 4 meh in bi ser rapora Komîsyona Meclîsê re derbas bûyê jî li ser çêkirina çarçoveya qanûnî nîqaş û hevdîtin berdewam dikin.

Li ser amadekirina verastkirina qanûnan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi rêya heyeta DEM Partiyê pêşniyar ji partiyên siyasî re kiribû. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî derbarê amadekirina guhertina qanûnan bi partiyên siyasî û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kiribû. Xebatên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Nîqaşên li ser amadekirina qanûnan di van rojên dawî de jî zêdetir û bi lez bû û li Enqereyê li ser çêkirina qanûnan gelek agahî tên parvekirin.

Ji bo endamên rêxistinê û girtiyên siyasî dê guhertin bên kirin

Li gorî agahiyên me ji rayedarên DEM Partiyê wergirtin; çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê ya di 7 û 12ê Tîrmehê de ji komîsyonên têkildar re bê nirxandin û piştre bê rojeva Meclîsê û paşê jî dê weke qanûn derbikevin. Tê gotin çarçove qanûn derbarê vegera endamên rêxistinê û berdana girtiyên siyasî de dê rê li ber hin guhertinan vebike. Her wiha dê pêşî li vegera siyasetmedarên Kurd ku ji ber xebatên siyasî sirgûnî welatên Ewropa bûne jî bigirê nava xwe.

Heyet dê biçe Îmraliyê

Her wiha rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê çarçove qanûn bi hevgirtin ango tevayî bibe, kategorîze nebe û hemû beşên çareseriyê bigirê nava xwe. Tê payîn ku çarçove qanûn di hefteya pêş me de amade bibe û piştî hevdîtinan heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bigire biçe Girava Îmraliyê.

Etîket: çarçoveya qanûnîMeclîsPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne