Roja duyemîn a bîranîna endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Colemêrgê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bîranînê de axivî û got: “Heta em azadiyê bidest nexin em ê her li ser rêça şehîdan û Rêber Apo bimeşin û em ê bibawer bin.”
Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ya li Eywana Dogu Palacê ya navenda Colemêrgê hatibû danîn, bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi hezar welatî serdana bîranînê kirin. Colemêrgî ji serê sibê ve herikîn qadê û xwedî şehîdên xwe derketin.
Di roja dawî ya bîranînê de Mevlûd û dia hatin xwendin, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Heta azadiyê em dê ser rêya şehîdan bin’
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bîranînê de sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û anî ziman ku aniha li her derê bakurê Kurdistanê bîranîna şehîdan hatiye danîn. Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em minetê têkoşîna van şehîdan û Rêber Apo ne. Ev têkoşîna azadiya Kurdistanê bi egîd û lehengan li ser xwedî nirxan û bi milyonan ber bi azadiyê ve diçe. Ev têkoşîn û serhildan ya 29an bû. 28 caran Kurdan li Amedê, Colemêrgê, Mêrdînê têkoşîn ceriband lê negihişt armanca xwe. Em bi tevahî gelê xwe bibawerin ku ev têkoşîna xwedî 29 hezar cangoriyan bi pêşengiya rebêrê rêberan Abdullah Ocalan wê bigihije armanca xwe. Heta em azadiyê bidest nexin em ê her li ser rêça şehîdan û Rêber APO bimeşin û em ê bibawer bin.”
‘Ji ber keda şehîdan muzakere tên meşandin’
Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak di bîranînê de axivî û anî ziman ku ev 200 sal in li ser neteweya Kurd zilm hate meşandin. Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku ji ber zilm û zordariyê Kurdan gelek caran serî hilda lê têkoşîna wan negihişt encamekê. Vezîr Coşkûn Parlak axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên tên meşandin û got: “Ji ber keda şehîdan û têkoşîna Rêber APO îro muzakere tên meşandin. Em ê vê têkoşînê bilind bikin, daxwaz û xeyalên wan şehîdan pêk bînin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şêhîdan hate temaşe kirin. Bîranîna şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



















