Di roja duyemîn a bernameya bîranînê ya ku li taxa Yilmazlar a ser bi navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê ku di serdemên borî de jiyana xwe ji dest dane mewlûda Kurdî hate xwendin.
Di bîranînê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajarê Manîsayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel, endamên MEBYA-DER, YAK-DER û Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê cih girtin.
Bîranîna ku hat lidarxistin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Ji bo azadiya Rêbertiya me divê em birêxistinkirî bin’
Piştî deqeya rêzgirtinê Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferit Şenyaşar axivî û got: “Heta di laşê me de dilopek xwîn bimîne em ê şehîdên xwe ji bîr nekin. Eger em birêxistinkirî bin em ê rêbertiya xwe azad bikin. Ji bo azadbûna rêbertiya me divê em birêxistinkirî bin.”
Paşê Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel axivî û diyar kir ku ew ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane xemgîn in, lê ji ber têkoşîna wan serê wan bilind e. Evîn Gunsel anî ziman ku ji bo xeyalên kesên jiyana xwe ji dest dane pêk werin, ew ê di riya ku wan vekiriye de bimeşin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê Peyruze Kurt jî bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû êş û azaran jî ew di aştiyê de bi biryar in û daxwaza aştiyê dikin.
Bernameya bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
















