Li bajarê San Jose del Palmar ê parêzgeha Chocóyê yê Kolombiyayê di 10ê Tebaxê de bi bi pileya 7.4 erdhejek çêbû. Hat zanîn ku di erdhejê de herî kêm 265 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 496 kes jî winda ne.
Roja 10ê Tebaxê Saziya Lêkolîna Jeolojiyê ya Amerîkayê ragihand ku di saet 09:34an de bi pileya 7.4 li bajarê San Jose del Palmar ê parêzgeha Chocóyê, yê Kolombiyayê di kûrahiya 107 kîlometreyan de erdhej pêk hat.
Saziya Jeolojî ya Kolombiyayê jî diyar kir ku ev erdheja herî bihêz a ku di sedsala 21an de li wî welatî hatiye qeydkirin e.
Li gor nûçeya EL TIEMPOyê di erdhejê de heta niha 265 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha 3 hezar û 494 kes birîndar bûne û 496 kes jî winda ne.













