Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê derbarê Gurkan Turkoglû yê ku li dijî tecrîd û girtîgehên wekî bîrê, di çalakiya birçîbûnê de jiyana dest dabû daxuyanî da û diyar kir ku Girtîgehên Bîrê wekî îşkencexaneyê hatine avakirin bila werin girtin û hate xwestin kesên ku îro di çalakiya birçîbûnê de ne daxwazên wan werin qebûlkirin.
Girtiyên bi navê Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê de li dijî tecrîd û girtîgehên ku weke ‘bîrê’ tên pênasekirin tîpên YGC, Y û Syê di nava berxwedanê de bûn. Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglu 266 roj û Huseyîn Ozen ê 57 salî jî 247 roj çalakiya birçîbûnê li dar xistibûn. Piştî 21ê Nîsanê daxwazên wan hatibû qebûlkirin dest ji çalakiyê berdan. Gurkan Turkoglû ev 3 meh bûn li Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê di çavdêriya awarteyê de dihat dermankirin. Gurkan Turkoglû li nexweşxaneyê piştî tedawiya 3 mehan di 5ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest da. Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê ji bo Gurkan Turkoglû li avahiya xwe ya Beyoglûyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên maf3en mirovan tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê Meral Şahîn ve hate xwendin.
‘Bila girtîgehên weke bîrê werin girtin’
Meral Şahîn diyar kir ku divê girtîgehên wekî bîrên werin girtin û wiha axivî: “Girtîgeh her dem bi pêkanînên îşkence û binpêkirina mafê mirovan tên rojevê. Binpêkirina mafên mirovan, xwekuştin, nexweşî û kuştina girtiyan di raporan de cih digire. Girtî di girtîgehên de û di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, ji girtiyên din dûr tên ragirtin. Tevahî ev bûyer di Girtîgehên wekî Bîrê herî zêde pêk tên. Di girtîgehên bîrê de wekî ku li esman tê nihêrîn, xuya dike. Girtîgehên tîpên S, Y û ewlehiya bilind ji aliyê mîmarî jî weke îşkencexaneyê ne. Ji bo tecrîdkirina girtiyan hatine avakirin. Îro gelek siyasetmendar û kesên muxalîf di Girtîgehên wekî Bîrê de tên ragirtin. Îro gelek kes li dijî Girtîgehên Bîrê di nava çalakiya birçîbûnê de ne. Gurkan Turkoglû jî ev 3 meh bû di Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê dihat dermankirin. Gurkan Turkoglû 266 roj li dijî Girtîgehên Bîrê çalakî li dar xistibû û 5ê Tirmehê de jiyana ji dest da. Gurkan Turkoglû berî jiyana xwe ji dest bide bi zorê hatibû dermankirin. Em dixwazin ev girtîgehên ku ji bo tecrîdkirina girtiyan ku weke îşkencexaneyê hatine avakirin werin girtin û bang dikin îro daxwazên kesên ku di çalakiya birçîbûnê de ne werin qebûlkirin.”










