• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e’

Amed /AW

8 SIBAT 2025 - 14:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mîtîna Aştî û Azadiyê de axivî û wiah got: “Ji bo aştî pêk bê, divê Abdullah Ocalan azad bibe. Yên şer dixwazin winda kirin. bila aştî rêya me û azadî rêberê me be.”

Bi hezaran welatî ji bo mitînga “Aştî û Azadiyê” ya li qada Stasyonê ya Amedê kom bûn û ji bo aştî û azadiyê qêrîyan. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar ewil kuştina Rojnameger Azîz Koyluoglu şermezar ki rû got: “Ez bi hurmet û rêzdarî bejna xwe li pêşiya Rojnameger Azîz Koyluoglu yê li Silêmaniyê hat kuştin tidewînim. Heqîqeta gelê kurd û heqîqeta têkoşîna gelê kurd, her dem di pênûs, kamera, ziman û pratîka rojnamegerên azad de zindî ma. Yên dixwazin bi kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu rêya xwe vekin û hewl didin heqîqetê tarî bikin, bila zanibin ku bi hezaran Nazim, bi hezaran cîhan hene. Dê bi hezaran Azîz Koyluoglu jî vê rêçê berdewam bikin.”

Dema aştiyê ye

Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku herî zêde gelê kurd dizanin ku avakirina aştiyê çiqas zor û zahmet e û wiha axivî: “Yên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo xwe kirine rêber, zor û zahmetiya avakirina aştiyê dizanin. Dema aştiyê ye. Aştî tenê bi rawestandina şer nabe. Aştî avakirina demokratîk a bi hevre ye. Bi salan e têkoşîna me ya ji bo ziman, çand, bawerî û hebûna me, li cîhanê pêl bi pêl belav bû û bû mînak. Ev têkoşîn ji bo jin neyên kuştin û her kes azad bijî ye. Ji bo kedkarên ku mahkûmî 22 hezaran kirine neçarî jiyaneke din nemînin. Ji bo li Kurdistanê û cîhanê zarok neyên kütin. Di vê bêdengî û nediyariyê de yê herî zêde aştî û azadiyê diqîre, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 26 salin di bin tecrîdê de tê girtin heye. Gelê kurd ê li dora fikr û felsefeya Birêz Abdullah Ocalan kom bûye heye. Gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn heye. Divê em li kesên ku aştiyê têdikoşin û kedê didin guhdar bikin. Îro ne roja ku em bêdeng bibin e.”

Em dixwazin cemre têkeve nava gelan

Çîgdem Kiliçgun Uçar, li ser rola Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Vîna ku gelê kurd ava kiriye peyamên gelek girîng dide. Dibêje li vî welatî aştiyek bi rûmet pêkan e. Ji bo ev aştî pêk bê divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Ev azadî dê rê li pêşiya çareseriya hemû qeyranan veke. Em di demsala biharê de ne. Cemre dikeve hewa av û axê. Em dixwazin cemre têkeve nava gelan. Bila navê vê cemreye aştî. Yê cemreya aştiyê dide jiyandin Rojava ye. Çima Rojava wekî gef dibînin. Hûn ji çi aciz dibin. Li Rojava nexşeya aştî, azadî û demokrasiyê hat xêzkirin. Em ê Rojava biparêzin. Em ê statuya Rojava bixwazin. Li gel dîlgirtina 26 salan dîsa hêvî heye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk diyar kir ku ew amade ye ku gavan bavêje. Em ê bi hevre aştiyê ava bikin. Mafê hêviyê di hiqûqa navneteweyî û hundir de jî heye. Yên ku tenê şer wekî çareserî dibînin winda kirin. Yên di şer de israr dikin desthilatiya wan, qoltixa wan û navê wan winda bû.”

Çavê me li azadiya Abdullah Ocalan eÇîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku di vê sedsalê de firsendek ketiye destê wan û wiha pêde çû: “Yên ku vê firsenda aştî û çareseriya li Rojhilata Navîn tenê li ser milê kurd û Birêz Abdullah Ocalan bar dikin, dê vê firsendê winda bikin. Em dikarin vê sedsalê bi hevre biguherînin. Ji têkoşîna siyasî heta têkoşîna jinê, ji têkoşîna ciwanan heta têkoşîna ekolojiyê, kesên li dijî meseleya kurdan bêdeng dimînin ev bêdengî nayê qebûlkirin. Yên li dijî tayînkirina qeyûm, qirkirina jinan bêdeng dimînin nayê qebûlkirin. Guh bidin daxwazên kurdan. Kurd naxwaze mafên kesên din ji destê wan bigire. Doza mafê xwe yê ji destê wan hatiye girtin û ji wan hatiye dizîn dike. Çavê me ne li azadiya kesî ye. Çavê me li azadiya Birêz Ocalan e. Çavê me li jiyana azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn e. Çavê me li komara demokratîk û jiyana demokratîk e. Vîna gelê kurd dixwaze bi çareseriya demokratîk û aştiyê re bibe yek. Ji ber vê yekê mafê hêviyê yê Birêz Abdullah Ocalan paşguh neke. Em êdî peyamên Birêz Abdullah Ocalan têxin meriyetê. Bila rêya me aştî û rêberê me azadî be.”

Etîket: Abdullah OcalanAFC ChampionshipaştîÇigdem kiliçgun UçarDBP
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne