• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi paş ve gav hat avêtin PJAK tev li Kongreya Azadiya Îranê dibe

Navenda Nûçeyan / AW

29 ADAR 2026 - 11:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
PJAK ku ji Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê tê li darxistin, piştî bertekan careke din ji bo kongreyê hate vexwendin û tê payin ku nûnerê PJAKê di rûniştina îro de biaxive.

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), ji Kongreya Azadiya Îranê ku di 28-29ê Adarê de li Londonê tê lidarxistin hatibû derxistin. Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Revar Avdanan, ragihand ku piştî bertekan careke din ji bo kongreyê hatine vexwendin.

Avdanan derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got: “PJAKê, piştî bi awayekî fermî hatî vexwendin, ji destpêkê ve helwesta Kongreyê erênî pêşwazî kir. Lêbelê piştre bêyî ku daxuyaniyeke zelal were kirin, nav û pozîsyona nûnerî ji bernameyê derxist ku ev jî li dijî rêgezên demokratîk bû. Li ser vê yekê PJAKê, ji hemû derdor û hêzên alîgiriya demokrasiyê dikin pişttiriyeke mezin girt û helwestekî rexneyî raber kir.”

Rexneya bandar kir û rê li ber feraseteke nû vekir

Avdanan destnîşan kir ku piştî van rexneyan, hinek endamên Konseya Koordînasyona Kongreyê, piştî nîqaşên kûr pêvajoya guherandina vê rewşê domandin û di encamê de jî rê li ber feraseteke nû vekirin. Avdanan diyar kir ku PJAK dîsa ji bo kongreyê hate vexwendin û nûnerê sereke yê partiyê dê tevlî kongreyê bibe û axaftinekê bike.

Her wiha Avdanan anî ziman ku PJAK spasiya hemû kesayetên standartên demokratîk parastin û ji bo reformekirina vê pêvajoyê xebitîn kir û got: “PJAK, destnîşan dike ku pirsgirêkên di navbera partiyên Kurd de hewceye di çarçoveya tifaqan de û bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin.” Avdanan, got ku dê biçin kongreyê û bi çalak tevlî bibin.”

Tê payin ku Avdanan, di rûniştina duyemîn ya kongreyê ya îro ya panela “Îraneke Ji Cihêkariyê Hatiye Paqijkirin; Tevlibûn û Hêza Hevpar” de axaftinekê bike.

Etîket: Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Revar AvdananKongreya Azadiya ÎranêPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026
PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

17 TÎRMEH 2026
Kongreya Azadiya Îranê: Rejîm bi rêya tirs, kuştin û dîplomasiya tarî dixwaze temenê xwe dirêj bike

Kongreya Azadiya Îranê: Rejîm bi rêya tirs, kuştin û dîplomasiya tarî dixwaze temenê xwe dirêj bike

6 TÎRMEH 2026
Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

30 HEZÎRAN 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne