• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi hezaran li Qamişlo û Girkê Legê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Navenda Nûçeyan /AW

29 GULAN 2025 - 15:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran welatiyên li Qamişlo û Girkê Legê kom bûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî pêk anîn.

Bi hezaran welatî li Qamişlo û Girkê legê kom bûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.

Qamişlo

Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên sivîl û Kongra Star ji Çerxerêya Sonî heya Çerxerêya Sebi Behrat meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li Çerxerêya Sebi Behratê piştî deqeya rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Qamişloyê Şêraz Hemo axivî û got: “Dewletên komploger di 27 salan de hewl da îradeya gelên azad û şoreşa jinan têk bibin. Lê girêdana gel bi welat ve ew têk birin.”

Şêraz Hemo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga avakirina civakeke demokratîk, azadî û wekheviya di navbera hemû gelan de dike û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava bingehîn a ber bi aştiya rasteqîn ve ye.”

Şêraz Hemo di dawiya axaftina xwe de got: “Em jin pêkanîna perespekîfên Rêbertî yên ji bo jin û gel wek berpirsyariyeke dîrokî li ser milê xwe dibînin.”

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê jî bi tevlêbûna şêniyên Girkê Legê, Rimêlan, Til Koçer û Çilaxa meşek girseyî hat lidarxistin. Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn û pankartên “Dema dema azadiya Rêbertî ye” vekirin û ji Qada Şehîd Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Hevserokê Meclisa PYDê ya kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehman axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan tevî mercên giran ên ragirtinê, hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê didomîne. Diyar e ku bêyî pêşniyarên wî tu çareserî ji aloziyên li herêmê re nin in. Êdî nabe ev pêşniyar werin paşguhkirin.”

Mihemed Ebdurehman anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwazeke sembolîk nîn e, lê ji bo aştiyê rastiyeke bûye pêwîstiyek. Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa Firyal Qesûm jî got: “Em hemû pêkhate ji bo daxwaza azadiya fîzîkî yê Rêbertî îro li vir kom bûne ku bi fikir û felsefeya xwe hezkirin û jiyana hevbeş di me de ava kiriye.”

Firyal Qesûm ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî kilîta çareserkirina kaosên Rojhilata Navîn e.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne