• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi hezaran Kurd di mihrîcana li Swîsreyê de civîyan

Navenda Nûçeyan / AW

24 TEBAX 2025 - 10:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di 1emîn Mihrîcana Çanda Kurd de bi hezaran kes li hev kom bûn û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi hezaran kes di 1emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Swîsreyê de li hev kom bûn. Festîvala ku yekemcar li Swîsreyê hate lidarxistin, danê nîvro destpê kir û heta şevê dewam kir. Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşma ‘Bi ruhê 15ê Tebaxê em civaka demokratîk ava dikin’ hate lidarxistin. Peyamên li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li mihrîcanê xist.

Mihrîcan li Hardturm Arealê pêk hat û bi hezaran Kurdistanî li gel dostên xwe beşdar bûn. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û sirûda ‘Ey Reqîb’ hate xwendin.

Hevserokên CDK-S Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr silav dan gel. Hevserokan anîn ziman ku festîvala îsal cara yekemîn pêk tê bi ruhê 15’ê Tebaxê pêk tê û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr anîn. Dîlan Çetînkaya destnîşan kir ku ew bi Rêber Apo re ne û got, “Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin. Çand, huner û zimanê Kurd di meşa ber bi paşeroja azad de hêmaneke girîng e. Ji bo serketina pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin, em ê ji her demê bêhtir bi xurtî têbikoşin.”

Hevserokê CDK-Sê Cemal Ozdemîr jî got: “Em îro li vê derê vê festîvalê bi ruhê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Beriya 50 salan kesî qala Kurdan nedikirin, beriya 50 salan ziman, çanda Kurdan qedexe bû, lê îro li Zurich a Swîsreyê em festîvala çanda Kurd pîroz dikin. Têkoşîna hate meşandin têkoşîneke ji 50 salan e. Em ê bi her awayî bi Rêber Apo û têkoşîna şehîdên xwe re bin, em ê li qadan bin. Em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin.”

‘Heta Rêber Apo azad nebe çareserî nabe’

Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut jî li festîvalê axivî. Zubeyde Zumrut bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo û destnîşan kir ku heta Rêber Apo azad nebe, pêvajo nikare bi pêş ve biçe. Zubeyde Zumrut got, “Em weke gelê Kurd bi salan e têdikoşin. 15’ê Tebaxê ji bo me demeke dîrokî ye. Ez li we hemûyan pîroz dikim. Hûn bi salan e vî karî dimeşînin.

Zubeyde Zumrut anî ziman ku 50 salan wan berdêlên giran dan û got, “Niha jî berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li pişt banga Rêber Apo bin. Em ê heta dawiyê li pişt aştiyeke mayinde û civaka demokratîk bin. Em di pêvajoyeke girand e ne. Li hemberî yên ku ziman û nasnameya me qebûl nakin, em ê têkoşînê dewam bikin.”

Hevberdevkê Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê’ Dr. Peppe Savary ku çalakiya şewitandina çekan a hêzên gerîla şopand, got “Bi pêşengiya fermandar Besê Hozat 15 gerîlayên mêr, 15 jî gerîlayên jin çekên xwe şewitandin û peyameke girîng dan. Em dişopînin bê dewleta Tirk û Erdogan wê bi çi rengî nêzî vê bibin. Em hêvîdar in ku dewleta Tirk jî gavê biavêje.” Savary axaftina xwe bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî kir.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd Şukran Sîncar jî ragihand ku jinên Kurd li pişt pêvajoya Rêber Apo ne û got, “Ev pêvajo girîng e. Ji bo pêkanîna vê banga Rêber Apo em ê hîn bêhtir têbikoşin.”

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro jî got, “Em sala 41ê ya 15ê Tebaxê diqedînin û derbasî sala 42an bûn. Di serî de li fermandar Egîd, Zîlan, Bêrîtan û fermandarê hemû fermandaran li Rêber Apo pîroz dikin. Cejna we pîroz be. Pêngava 15ê Tebaxê li hemberî wê zîhniyetê hate kirin ku Kurd tine dihesiband.

Ji bo banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo bi ser bê xistin, wezîfeyên mezin dikevin ser milê gelê me yê li Ewropayê. Ji xwe bi salan e hûn fedakariyeke cidî dikin. Lê belê karê me hîn neqediya ye. Heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşin, ciwanên me yên li serê çiyê bi rengekî azad karibin siyasetê bikin, divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

‘Abdullah Ocalan rêya nû vedike’

Siyasetmedar Sabahat Tûncel jî got, “Birêz Ocalan dibêje, manîfestoya nû bi qasî manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê girîng e. Heval zanin, Rêya Şoreşa Kurdistanê beriya 52 salan hatibû amadekirin. Kurdistana sosyalîst a yekbûyî ya serbixwe bû û rêbaza vê ya têkoşînê jî çekdarî bû. Birêz Ocalan îro vê stratejiyê diguherîne. Bi perspektîfa azadiya demokratîk a pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd jinûve ava dike. Çekan ji dewrê derdixîne û rêya siyaseta demokratîk vedike.”

Di bernameya çandî ya mihrîcanê de jî Kolektîfa Muzîkê ya ser bi Meclîsa Mehmet Tûnç a Araû derkete ser dikê. Piştre Delîl Tofan, Govenda Swîsreyê, Şengul Astan, Lawje (Alî Tekbaş), Rojda û herî dawî jî DJ Qoser hunera xwe pêşkêş kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne