MEBYA-DERa Êlihê bi girseyî serdana bîranîna Derîn Sîlvan Amed (Peyman Keskîn) û Bawer Mûhammed Alî (Bekîr Çîftçî) yên ku di dîrok û li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn kirin.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê ji bo Derîn Sîlvan Amed (Peyman Keskîn) 21ê Tebaxa 2021an de li Metînayê û Bawer Mûhammed Alî (Bekîr Çîftçî) jî di 23yê Adara 20219an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabûn, li mala şînê ya Hecî Salîh Mûtlû ya taxa Hîlalê ya Êlihê bîranîn li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî yên bajêr û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî tev li bîranînê bûn. Girse ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn heta ber deriyê mala şînê meşiyan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “ Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî ku derbasî hindur bûn, ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê dîsa dirûşme hatin berzkirin û dûre dia hatin xwendin.
Bîranîna îro bi xwendina diayan bi dawî bû.

















