Vê êvarê bi dronan êrişî bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hate kirin û piştre bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha Partiya Rojhilatên Kurdistanê hate kirin.
Ji pêla duyemîn a şarê Amerîka-Îsraîl û Îranê re her diçe êrişên dronan û mûşekan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Di dema dema dawî de zêdetirî 30 caran bi dron û mûşekan êrişî Hewlêr û deverên din ên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku zêdetirî 4 dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatine îmhakirin. Ji ber dengê teqîna dronan tirs kete nava welatiyan.
Piştî êrişa bi dronan a li ser Hewlêrê û şûnde Partiya Azadî ya Kurdistanê ragihand ku bi du mûşekên balîstîk li pey hev êrişî ser baregeha Çemşar a nêzkî Dareşkeran hate kirin û hatin têkbirin.
Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku êrişî baregeheke wan hatiye kirin. PAK’ê eşkere kir ku saet 08:30an bi du mûşekên balîstîk li pey hev êrişî baregeha Çeşar Darşekeran hate kirin.
Hate ragihandin ku berî mûşek bigihêjin armanca xwe ji aliyê sîstema parastinê ya esmanî ve hatin tinekirin.













