• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi dîtina windayan pêkanîna aştiyek mayînde mumkin e’

Bîlal Guldem - Omer Demîr / AW

18 GULAN 2025 - 08:04
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Nûnerê ÎHDê yê Bakurê Kurdistanê Tahîr Saçakli diyar kir ku ew di Hefteya Windayan de jî li windayan digerin û bi dîtina windayan aştî û çareseriyek mayînde dikare pêk were. Saçakli got ku divê dewlet bi malbatên windayan re rûnê û lêborînê ji wan bixwaze.

Li Tirkiyeyê Hefteya Windayan e. Ev hefte di navbera 17-30yê Gulanê de tê lidarxistin. Tevî ku 30 sal bi ser çalakiya bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin a Dayikên Şemiyê-Xizmên Windayan ve derbas dibe jî lê hê di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Di her pêvajoyên çareseriyê de xizmên windayan dibêjin pêwîste dewlet ji malbatên windayan lêborîn bixwaze, cenazeyên windayan bibîne û faîl bên darizandin. Xizmên windayan diyar dikin ku aştiyek mayînde û civakî bi dîtina windayan re pêkan e.

Di vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin de malbat dîsa dixwazin ku dewlet ji malbatên windayan lêborînê bixwaze, windayan derxin holê û faîl bên darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî pêşengiya çalakiyên Hefteya Windayan dike û daxwaz dike winda werin dîtin û edalet pêk were.

Îsal jî ÎHDê bi boneya Hefteya Windayan daxuyanî dan û daxwaza ji bo dîtina windayan, darizandina faîlan û edaletê dubare kir.

Nûnerê ÎHDê yê Bakurê Kurdistanê Tahîr Saçakli têkildarî pêvajoya tê birêvebirin ji ajansa me re axivî.

‘Winda nehatin dîtin, kujer bêceza tên hiştin’

Tahîr Saçakli bi bîr xist ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê di salên 90î de şer gelek giran bû û di nava şerê giştî de jî şerê taybet hat meşandin. Tahîr Saçakli da zanîn ku ew di Hefteya Windayan de jî li windayan digerin û bi hezaran kes hê jî winda ne. Tahîr Saçakli anî ziman ku di nav şerê taybet de windakirina kesan jî yêk ji wan armancan bû û wiha got: “Wekî tê zanîn bi hezaran kes hatin binçavkirin û di binçavan de hatin windakirin. Hin ji wan he jî cenazeyan wan nehatiye dîtin. Em jî li ser navê malbatên windayan, dixwazin ku windayên me werin dîtin. Em windayên xwe dixwazin. Ev di binçavan de hatin kuştin û cenazeyan hin ji wan li cihên cuda hatin dîtin. Şerê hat meşandin û windakirina mirovên di binçavan de di dilê gelê Kurd bû bîrinek mezin. Heta îro jî gelek winda nehatine dîtin. Sedeman neçareserkirina vê pirsgirekê bû êşek mezin di dilê dayik û bavên me de. Em li gelek qadan windayan bi bîr tînin. Li Amedê hefteya 849emîn e. Em dîsa windayan bi bîr tînin. Em dibêjin ku xizmên me yên winda heta îro jî nehatine dîtin, ev winda li ku ne? Divê aqûbeta windayan were eşkerekirin ku malbatên me herin li ser gorên xwe fatîhayek bixwînin. Mirovên me yên ku di binçavan de hatina windakirin, derheqê wan de lêgerîn û lêpirsînek birêkûpêk nehatiye kirin. Bi sedan faîlên windayan hê jî nehatine dîtin. Belkî hin winda hatin dîtin lê kujerên wan nehatin darizandin an jî bêceza hatin hiştin. Hê jî di nav gel de ne.”

‘Divê bi malbatên windayan re hevdîtin bên kirin’

Tahîr Saçakli destnîşan kir ku ji bo çareserî û aştiyek mayînde pêk were hewceyî bi hin xalan heye û wiha axivî: “Yek ji wan xalan pirsgirêkan me werin çareserkirin. Ji bo aştiyek mayînde pêk were û çareserî çêbibe, divê dewlet bi malbatên windayan re hevrû bibe. Daxwaza malbatan jî ev e ku kujer bên darizandin. Bila edelet were bicihanîn, da ku malbatên me jî bizanibin heqê wan vala neçûye. Ji bo bicihanîna edaletê hewce ye dewlet jî li ser van esasan bisekine. Ev xal neyên bicihanîn jî dilê malbatan jî rehet nabe, aştiyêk mayînde jî pêk nayê. Berê jî di Meclisê de komîsyon hatin avakirin lê negihîştin encamê. Di sala 2015an de jî li ser van xalan jî hat sekinandin. Em bi bawerin ku ji bo ev aştiya mayînde pêk were, dê komîsyon werin avakirin û kar û barên xwe bike. Divê bi malbatan re hevdîtin bên kirin û mexdûrbûna malbatan ji holê bê rakirin. Divê ji malbatan lêborîn were xwestin.”

Etîket: AmedaştîdemokrasîdewletHefteya WindayanÎHDTahîr Saçakli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne