Di pêşengtiya MEBYA-DERa Stenbolê de li navçeya Sultangazi,Esenyurt, Kuçukçekmece, Başakşehîr û Beylikduzu serdana goristanan hat kirin.
Li Stenbolê bi boneya 27ê Mijdarê salvegera damezrandina PKKê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), serdana goristanên navçeya Sultangazî, Esenyurt, Kuçukçekmece, Başakşehîr û Beylîkduzu hat kirin û şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê hatin bibîranîn. Girseya ku ji bo serdanê li taxa Gazî ya navçeya Sultangaziyê hatibûn, berê xwe da goristanê. Serdan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre malbat û beşdarên serdanê li ser gorên şehîdan qurnefîl danîn. Her wiha dayikan li ser gorên zarokên xwe şitil çandin.
Hevseroka MEBYA-DERê Hulya Îlbar anî ziman ku şehîdên wan meşa azadiyê ne û wiha got: “Pêvajoya ku dest pê kiriye bi saya cangoriyên me ne. Em ji bo wan çi bikin kêm e. Tu carî em şehîdên xwe ji bîr nakin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin”
Serdan bi xwedina diayan bi dawî bû.

















