• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê 2 meh li pey xwe hişt

Navenda Nûçeyan / AW

8 ADAR 2025 - 08:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Bendava Tişrînê berxwedana gel bi biryardariyeke mezin dikeve meha xwe ya sêyemîn. Heya niha zêdetirî deh hezar welatiyên ji tevahiya pêkhateyan nobeta parastina bendavê girtiye. Gel parastina bendavê wek erkeke nîştimanî dibîne.

Dewleta Tirk û grûbên paramîlîter ên girêdayî wê ji 8ê Kanûna 2024an ve êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berdewam dikin. Di encama êrişan de ku balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û tank û hawan tê de têne bikaranîn, zirarên mezin gihaştin bendavê. Dewamkirina êrişan jî metirsiyên hilweşîna bendavê û rûdana karaseteke mirovî û jîngehî çêdike. Lewra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo parastina bendava û li dijî êrişan ji 8ê Çileyê ve nobeta parastina bendavê digire. Heya niha ji kantona Firatê 5 karwan, ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 4 karwan û ji kantona Cizîrê jî 12 karwanên gel nobeta parastina bendavê dewr girtiye.

Li gorî nûçeya ANHAyê; Ji roja 8ê Çile vir ve di êriş û bombebaranên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter de 25 welatî hatin kuştin û zêdetirî 240 welatî jî birîndar bûn.

Di bombebarana roja 18ê Çile de şanoger Bavê Teyar (Cûma Îbrahîm Xelîl) jî hat qetilkirin.

Di 15ê Sibatê de rojnameger Egîd Roj jî ji di encama êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên li ser nobedarên bendavê de, 7 jê rojnamevan, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî û Cîgira Hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî di nav de, zêdetirî 240 kes birîndar bûn.

‘Berxwedanê mohra xwe li dîrokê da’ 

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku 2 meh in gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina av û erdê xwe ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê nobeta Bendava Tişrîn digire û got: “Parastina bendavê erkeke ku ji her kesî tê xwestin.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa yê beşdarî berxwedana bendavê bûye jî bi bîr xist ku dema karwanê sêyem diçû bendavê, bûyereke gelek biêş qewimî û got: “Dema em gihaştin bendavê dewleta Tirk a dagirker du caran bi dronan êrişî me kir, di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.”

Gêlo Îsa anî ziman berxwedana li bendavê bi gotinan nayê wesifandin û wiha got: “Ev berxwedan dîrokî ye, dê mohra xwe li dîrokê bihêle. Heya bidestxistina serkeftinê dê berxwedan bidome.”

Etîket: bendava tişrînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derûdorê Awbendê Tişrînî reyna ame bombardumankerdene

Li Tişrînê şer dijwar e: Şervanên HSDê li çeteyan didin

18 ÇILE 2026
Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

15 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

5 GULAN 2025
Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

16 ADAR 2025
Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

15 ADAR 2025
Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

15 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne