• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

    Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

    Li ser rêya Dêrazorê û Şamê qeza: 35 kes mirin

    Li ser rêya Dêrazorê û Şamê qeza: 35 kes mirin

    ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

    ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

    Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

    Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

    Li ser rêya Dêrazorê û Şamê qeza: 35 kes mirin

    Li ser rêya Dêrazorê û Şamê qeza: 35 kes mirin

    ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

    ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

    Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

Navenda Nûçeyan / AW

25 TÎRMEH 2026 - 10:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Yenî Partî duh a duh di serokatiya Ozgur Ozel de hatiye sazkirin, bernameya xwe ya partiyê eşkere kir. Yenî Partî di bernameya xwe ya 41 rûpelî de bal kişand ser pirsgirêkên welat û bi gotina “Em ê vê pergala reş biguherînin” derbarê plansaziyên di dema pêş de polîtîka û nexşerêya xwe eşkere kir. Yenî Partî li aliyekê peyama xwedîderketina “6 Tîr” ên CHPê da li aliyê din jî peyamên li ser guherîn, veguherîn û çareseriyên pirsgirêkên bingehîn da.

Serokê CHPê Ozgur Ozel ku piştî biryara “Betalkirina Teqez” ê ji bo tedbîrê ji peywirê hatibû dûrxistin, tevî 90 parlamenterên pê re ji partiya xwe îstifa kir. Ozel ê ku belgeyên damezrandina Yenî Partiyê îmze kiriye û rozeta CHPê derxistiye, bi yekdengiya dengan parlamenterên tev li partiya xwe ya nû bû û wekî Serokê Giştî yê Partiya Nû hat hilbijartin. Alî Mahîr Başarir, Murat Emîr û Gokhan Gunaydin bûn Cîgirên Serokê Koma Partiyê û endamên YDK û PMê jî hatin diyarkirin.

Yenî Partî malpera xwe ya fermî jî vekir. Di malpera bi navnîşana www.yeni-parti.org de bername û rêziknameya partiyê hat parvekirin.

Yenî Partî bi sernavê “Banga Guherînê” dest kir û wiha got: “Me dest bi rê kir; heta ku em vê planê neguherînin, devletê nekin a gel, dewlemendiya welat nedin yên wê çêdikin û paşerojê nekin a zarokên xwe, em ranawestin. Em ê vê pergala reş biguherînin.”

Yenî Partî bernameya CHPê ya di dema Ozel de hatibû nûkirin wek bingeh hat girtin. Naverok hat kurtkirin û beşên bingehîn mîna xwe hatin parastin.

Bi dawîbûna terorê dê pergaleke wekhevîparêz, tevlibûnê esas digire, demokratîk û siyasî were avakirin û dê pirsgirêkê Kurd bi awayeke mayînde were çareserkirin. Rêgeza bingehîn ew e ku her welatî xwe di wekheviyê de hîs bike ye.”

Yenî Partî diyar kir ku dê Serokkomarî bi awayeke sembolîk û bêalî were sererastkirin, meclis dê li gorî rêgeza meclisa xurt, were esasgirtin û hêzên wek meclis, daraz û hikûmetê dê werin cudakirin.

Di bernameya xwe de Yenî Partiyê da zanîn ku ew ê li ser nirxên komarê, rêgezên Ataturk, ‘6 Tîr’ ên remza CHP û armancên nûbûnê ji xwe re wek bingeh qebûl bike û ev tişt gotin: “Di serî de dê li Rojhilat û Başurrojhilatê Anatolyayê hemû newekheviyên li herêmê zêde dibin bernameyên pêşketinê werin sepandin. Perwerde, tendurîstî, îstîhdam, binesazî, dîjîtalbûyîn û ji bo edaleta dahatuya biedalet mekanîzmayên alîgiriyê werin avakirin.”

Di bernameyê de sîstema parlamenterî ya ku li ser bingeha Serokkomariya bêalî, Meclisa bihêz û veqetandina hêzan hatiye avakirin.”

‘Zimanê dayikê maf e’

Yenî Partî derbarê mafê perwerdehiyê ya bi zimanê zikmakî tiştek eşkere nekir û wiha got: “Prînsîpa bingehîn ew e ku her kes xwe wekî welatiyekî wekhev ê vê xakê hîs bike. Zimanê dayikê maf e. Bi vê nêzîkatiyê re mafê fêrbûn, bikaranîn û pêşxistina zimanê dayikê yê hemû welatiyan wê bête mîsogergerkirin. Ji ber nasnameya kesî rêy li ber cudakariyê û derveyî civakê hiştinê re wê neyê vekirin.

Dê statuya îbadetxaneyê ya Malên Cemê were pêkanîn, hemû qanûnên pêwist dê werin amadekirin. Dê mafê welatiyên Elewiyan bi awayake çalak werin parastin, binpêkirina mafan dê were bidawîkirin û ji bo ev yek neyên dubarekirin dê sazî werin avakirin.”

Banga hilbijêrên netewperest û oldarên dewletparêz

Yenî Partî di benameya xwe de li ser bingehên fikirandin, nasnameya siyasî ya ku xizmeta “Tifaqa Tirkiyeyê dike sekinî û wiha got:

“Ji bo me aştî ne tenê bidawîbûna pevçûnan e. Aştî pêkanîna pergaleke ku welatî ji hev netirsin, xwe ji hev mezin nebînin, nasnameyên cuda li hemberî hev rêzdar bin û rêz bigirin e. Divê di vê rewşê de tu kes xwe li hemberî dewletê hatiye cudakirin hîs neke, bi awayeke havpar bijî.

Divê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi demokrasiyê, siyasetê û mejiyê hevpar were çareserkirin. Em feraseta li ser nasnameyan hesaba dengan dike, beşeke civakê li dijî beşa din dike dijmin red dikin. Em pêşeroja civakê di hevparbûnê de dibînin û navnîşana vê jî Tifaqa Tirkiyeyê ye. Tifaqa Tirkiyeyê ne cihê bazara hilbijartinê ye. Di vê tifaqê de karker, cotkar, dikandar û pîşesaz hene. Ciwan, jin, xwendekar, teqawid, karmend, bêkar, astengdar, zanist, hunermend hene.

Dê berpirsyariya dewletê ya perwerdehiyê teslîmî tu cemaet, terîqet, weqf, komele û avabûnên siyasî neyê kirin, dê perwerde li ser bingeha pergala jin-mêr, laîk, zanistî were avakirin. Dê polîtîkayên perwerdehiyê bi mamosteyan, malbatên wan, sendîka, akademîsyen û pisporan were amadekirin.

‘Em ê peymanên mafê jin û zarokan diparêzin îmze bikin’

Dê Peymana hemû Cihêkariyên li Dijî Jinan Asteng dike (CEDAW), Peymana Zarokan Sûîstîmal dike û li Dijî Îstîsmara Zayendî Diparêze ya Konseray Ewropayê (Peymana Lanzarote) Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) di serî de hemû peymanên mafê jinan, zarokan, jiyana û azadiya diparêze werin îmzekirin, Peymana Stenbolê dê bêyî kêmanî were sepandin.”

Bernameye ‘veguherina aboriyê ya binevşî’

Di berdewamiya bernameya xwe de Yenî Partî di bin navê “Bernameya veguherîna aboriyê ya binevşî” de bal kişand ser polîtîkayên xwe yên li ser aborî, civakî û ev tişt gotin: “Dê xizmetên lênêrînê bibin xizmetên cemaweriyê, dê jin zêdetir werin îstîhdamkirin û tevlibûna wan a kar were hêsankirin, dê hevsengiya kar û jiyana taybet were avakirin, dê binesaziya herêmên çolter were başkirin û sepanên bûdçeyê li gorî zayendê bi awayeke hevgirtî were sepandin.

Etîket: BernameCHPeşkerekirinOzgur OzelYenî Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozgur Ozel pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozgur Ozel pîroz kirin

24 TÎRMEH 2026
Nav û logoya partiya Ozgur Ozel diyar bû

Nav û logoya partiya Ozgur Ozel diyar bû

24 TÎRMEH 2026
90 parlamenter ji CHPê veqetiyan: Îro serlêdana partiya nû tê kirin

90 parlamenter ji CHPê veqetiyan: Îro serlêdana partiya nû tê kirin

24 TÎRMEH 2026
Numan Kurtulmuş bi Kemal Kiliçdaroglu re civiya

Numan Kurtulmuş bi Kemal Kiliçdaroglu re civiya

21 TÎRMEH 2026
Cîgirê Koma Meclisa Şaredariyê yê CHPî hat binçavkirin

Cîgirê Koma Meclisa Şaredariyê yê CHPî hat binçavkirin

16 TÎRMEH 2026
Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

Ozgur Ozel derbarê partiya nû de agahî da

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bîra Stranan’ ji weşanxaneya Meymanê derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nexşa nasname, xweîfadekirin û tenduristiyê ya jinan: Deq

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (646)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne