• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Bê sûc ceza dikin’

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÎLON 2025 - 09:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parêzera Ayşe Gokkan Berfîn Gokkan, anî ziman ku Eyşe Gokkan 5 sal û 4 meh û 14 roj bê sûc tê cezakirin û wiha got: “Bi biryarên siyasî Ayşe Gokkan ceza dikin. Ayşe Gokkan ji ber tev li çalakiyên meş û daxuyaniyan bûye tê cezakirin. Bê sûc ceza dikin.”

Aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan dê di 11ê Îlonê de 2yemîn danişîna wê ya dozê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Parêzer ji bo parastina Ayşe Gokkan amadekariyê dikin. Di 11ê Kanûna 2024an de 2yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, der barê Aşye Gokkan de cezayê “Propaganda rêxistinê” erê kiribû. Dadgehê biryar dabû ku sûcdariya “bi zanebûn û xwestin alîkarî daye rêxistinê” betal bike.

Piştî dosya xera bû, di 16ê Hezîrana 2025an de ji nûve li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê di danişîna yekemîn de dîsa biryara berdewama girtinê da. Dê danişîna duyemîn di 11ê îlonê de li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike.

Têkildarî darizandina Ayşe Gokkan Parêzera Ayşe Gokkan Berfîn Gokkan, diyar kir ku li gorî hiqûq û zagonan divê bi lez Ayşe Gokkan serbest bê berdan û wiha axivî: “Hemû delîlên dosyayê hatine komkirin. Tu îhtîmala delîlên bên reşkirin û veşartin tune ne. Ev dosya ji 2017an de hatiye vekirin û têra xwe delîl kom kirine. Ayşe Gokkan ji 2017an heta niha tu carî nereviya ye û tu hewldana wê ya revê jî çênebûye. Dema nehatiye girtin tedbîrên konrola edlî dane Ayşe Gokkan. Ayşe Gokkan jî li gorî van tedbîran tev geriya ye û tu carî hewldana wê ya revî û hewldana wê ya reşkirina delîlan çênebûye. Ayşe Gokkan nêzî 5 sal û 4 meh û 14 roj in girtî ye. Ev girtin êdî bûye înfaz. Ji ber vê yekê divê bi lez bê berdan.
Dema mirov li esasê dosyayê dinere, di dosyayekê de 3 caran cih guheriye. Di dosyayekê de jî 2 caran cih guherî ye. Dadgeha Bilind biryara ku berê daye, bi xwe xera dike û dîsa li Dadgehên Herêmî vedigerîne.”

Prz. Berfîn Gokkan da zanîn ku di halê dawî de di hinceta xerakirina dosyayê de li ser 11 çalakiyên Ayşe Gokkan dike hincet û wiha lê zêde keir: “Ev çalakî bi temamî li ser esasê aştiyê ne û li dijî tundiyê ne. Dîsa dadgehê îfadeya şahidê nepen esas girtiye. Di îfadeyên şahidan de jî agahiyên şênber tune ne. Agahiyên razber û bi temamî li ser gote gotan îfade dane. Tevlêbûna Ayşe Gokkan a çalakiyên daxuyanî û meşan nabe sûcê propagandayê.”

‘Divê Ayşe Gokkan serbest berdin’

Parêzer Berfîn Gokkan da zanîn ku Ayşe Gokkan hem girtî ye û hem jî bi awayekî girtî ji nûve tê darizandin û wiha bi dawî kir: “Bi darizandin û girtina wê, dixwazin wê ceza bikin. Em dibêjin girtina Ayşe Gokkan girtineke siyasî ye. Li gorî fermana siyasî biryar tê dayîn. Heta niha hemû parastinên ku min ji bo Ayşe Gokkan kiriye, ji aliyê Serokê Dadgeha berê ve hatine astengkirin. Em hêvî dikin ku di vê danişînê de Ayşe Gokkan serbest bê berdan.”

Çi bûbû

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan hatibû birîn, betal kir. Dadgeha Bilind biryara 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê dabû, bi qismî betal kir.

19 mijdar 2023: Paul Gruenînger (1891-1972), sînorê Swîsreyê ji bo penaberên ji Naziyan direviyan vekir û gelek penaber xelas kiribû. Weqfa Paul Gruenînger, her sal ji bo bîranîna Gruenînger “Xelata Mirovayî û Wêrekiyê” dide. Weqfê, xelata îsal da Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan û penabera karker a polonyayî Paula Weremiuk. Ji bo dayîna xelatê li eywana pêşangehan a Palace ya Kantona St. Gallenê torenek hat lidarxistin û xelat hatin dayîn.

18 Mijdar 2023: Xelatên “mirovahî û wêrekiyê” yên ku her sal ji aliyê Weqfa Paul Grunînger ve ku di sala 1998an de ji aliyê neviyên Grunînger ve hatiye avakirin, ji aktîvîstên li dijî gef û zilmê têdikoşin re tê dayîn. Xelatên îsal ji bo parêzvana mafên mirovan a kurd Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye û ji xebatkara penaber a Polonî Paula Weremiuk hatin dayîn.

22 kanûn 2023: Berdevka Berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 28ê Çileya 2021ê de li Amedê bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” û “endamê rêxistinê” ye hat girtin. Di 2yê Adara 2023yan de ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Der barê Gokkanê de bi hinceta “Herêmên qedexeya leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê kiriye” û “zerar daye milkê gel” 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ji hêla Îstînafê biryar hat betalkirin û carek din doz hat lidarxistin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne