Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di civînên gel ên li Rihayê de ku bi dirûşma “Em rista aştiyê bi gelan re çêdikin” hatin lidarxistin axivî û got: “Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, ji bo vê yekê têkoşîn pêwîst e.”
Li navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê yên Rihayê, bi şîara “Em rista aştiyê bi gel re çêdikin” ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve civînên gel hatin lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir jî tevli civînan bû.
Di çarçoveya bernameyê de heyetê ewilî li gundê Kêlhaa Çemdîn ê Wêranşarê bi welatiyan re hevdîtin kir. Keskîn Bayindir li vir axaftineke kurt kir û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Bayindir diyar kir ku ew dixwazin pêvajoya heyî bi aştiyê bi dawî bibe û wiha got: “Li tu devera cîhanê azadiya gelan tenê bi xwestek û niyeta baş nabe. Ji bo vê yekê hişyarkirina civakê pir girîng e. Em jî wekî rêheval û zarokên we hatine vir da ku geşedanên vê pêvajoyê bi we re parve bikin û nêrînên we hîn bibin.”
‘Kengî em bûn hêz, dewletê gelê Kurd qebûl kir’
Keskîn Bayindir da zanîn ku piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çek bêdeng bûne û wiha dewam kir: “Salek û nîv e li vê xakê çek bêdeng bûne û divê em van çekan heta hetayê bêdeng bikin. Ji bo ku maf û hiqûqa me bi qanûnan were mîsogarkirin ev pêvajo hate destpêkirin. Ji ber vê yekê divê em piştgiriya xwe ya ji bo vê pêvajoyê mezin bikin. Divê em di vê pêvajoyê de hêza xwe bixin tevgerê. Hevdîtin û muzakere berdewam dikin lê divê em ji bîr nekin ku li pêşiya me dewleteke serdest heye. Ev dewlet tenê bi xwestekê mafên gelê Kurd nade. Kengî wekî hêzekê me rêxistinbûna xwe ava kir, wê çaxê dewletê gelê Kurd qebûl kir.”
Piştî axaftina Keskîn Bayindir welatiyan mafê axaftinê girt û bêbaweriya xwe ya li hemberî pêvajoyê anîn ziman. Welatiyan destnîşan kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hêviyek şîn bûye, lê tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî dewletê gaveke berçav neavetiye û ev yek baweriya wan dişkîne. Welatiyan diyar kir ku di vê pêvajoyê de tenê baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û xwestin ku di demek zû de gavên qanûnî bên avêtin.
‘Sedema bêkariyê nêzîkatiya bi şer a li hemberî pirsgirêka Kurd e’
Heyet piştî hevdîtina li Kêlhaa Çemdînê derbasî navçeya Serêkaniyê bû û li navenda navçeyê serdana fîrmayeke tekstîlê kir. Bayindir li vir bi karkerên tekstîlê re civiya û wiha axivî: “Hemû hewldan û daxwaza me ew e ku em bi hev re aştî, edalet, wekhevî û azadiyê bînin vê welatî. Em dizanin ku bi salan e Riha bajarekî wisa ye ku di mehên havînê de ciwanên wê wekî karkerên demsalî koçî metropolên Tirkiyeyê dikin û di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Riha, bajarê herî zêde ku nifûsa ciwan lê heye ye. Di heman demê de yek ji wan bajaran e ku bêkariya ciwanan herî zêde lê giran e. Ev ne tiştekî tesadufî ye, encama polîtîkayên dewletê ye. Di bingeha vê yekê de neçareserkirina pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya bi şer û tundiyê ya li hemberî herêma me heye.”
Heyet piştî hevdîtina bi karkeran re, derbasî gundê Helo Beloya Jêr bû. Bayindir li vir jî welatî derbarê Pêvajoya Aştî û Demokratîk de agahdar kirin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî.
Dirûşmeya ‘Bijî Serok Ap’ hat berzkirin
Paşê welatiyan mafê axaftinê girt û rexneyên xwe yên li hemberî hilbijartiyên Kurd anîn ziman. Welatiyan diyar kir ku divê rêxistinbûn ji nû ve were avakirin û anîn ziman ku ew ê heta dawiyê li ser rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bimeşin.
Heyet piştî bernameya gund dîsa vegeriya Wêranşarê û li taxa Şirnexê bi welatiyan re hat bal hev. Heyeta DBPê li vir jî bi welatiyan re li ser pêvajoyê nîقaş kirin. Ciwanên Wêranşarî li qada civînê posterê Rêberê Gelê Kurd daliqandin û her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Heyeta DBPê piştî ku guh da daxwaz û fikarên gel, ji navçeyê veqetiya.





















