• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bavê Rojîn Kabaîşê: Divê komîsyoneke serbixwe were avakirin

Heval Onkol - Sîpan Batmaz / AW

18 NÎSAN 2026 - 11:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bavê Rojîn Kabaişê ya ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû, Nizamettîn Kabaîş diyar kir ku di serî de walî, rektor û dozgerî, hemû rayedar bi tiştên hatine serê keça wî dizanin lê dixwazin dosyayê veşêrin. Nizamettîn Kabaîş bang kir ku komîsyoneke serbixwe were avakirin.

Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dî 27ê Îlona 2024an de xwendakara beşa mamostetiyê Rojîn Kabaîş winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî 18 rojan li qeraxa Behra Wanê hate dîtin. Ji bo Rojîn Kabaîşê li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê sazî û welatiyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî neronîkirina bûyerê dan. Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê heta niha jî nehatiye ronîkirin. Pirsên têkildarî DNAyên du zilaman ên di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatibûn tespîtkirin hê jî nehatine bersivandin. Hat zanîn ku rapora pêvek a baroyên Amed û Wanê, parêzerên malbata Rojîn Kabaîşê û Wezareta Dadê ji ATKê xwestibû jî li dosyeyê hatine zêdekirin. Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş derbarê pêvajoya lêpirsîna derbarê keça xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Rektor û ewlehî di nav bûyerê de ne’

Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji xelkê herêmê û xwendekaran girtine, guman li ser rektor û xebatkarên ewlehiyê hene û wiha got: “Rektor, Walî û Dozger hemû dizanin çi bûye. Lê naxwazin derkeve holê. Tê gotin ku xizmên rektor û xebatkarên ewlehiyê di nav vê bûyerê de ne. Ji ber ku rektor bi hêz e, bandorê li ser emniyet û edliyeyê dike da ku dosyayê bigirin.”

‘Şahid tên tehdîtkirin’

Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku kesên xwestine bibin şahid ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û tehdîtkirin û wisa berdewam kir: “Zilamekî karsaz got ‘ez ê her tiştî bêjim’ çû îfade da lê dozgeriyê ew guhdar nekir. Berovajiyê vê yekê ew binçav kirin û şevekê di nezaretê de ma û hat tehdîtkirin ku xeber nede. Li gundekî nêzîk jinekê jî wê rojê dîtî bû ku di wê saeta Rojîn winda bûbû de erebeyeke spî hatiye wê derê. 10 erebeyên tejî însan bi şev çûn ber derê wê û ew tehdît kirin da ku îfadeyê nede.”

‘Raporên ATKê binakok in’

Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş bal kişand ser kêmasiyên di rapora otopsiyê de û wiha pê de çû: “Dibêjin di avê de xeniqiye, lê di pişika wê de av tune ye. 18 rojan di avê de maye lê raporên zelal nadin me. Dozgerî ATK ya Stenbolê sûcdar dike, ATK jî dozgeriyê sûcdar dike. Em raporên fermî dixwazin, ne texmînan.”

‘Navê Rojînê jî bû sedema polemîkê’

Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku rayedaran ji wî pirsa “Te çima navê keça xwe kiriye Rojîn?” kirine. Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ev nêzîkatî nîşan dide ku polîtîkayên li dijî nasnameya Kurdî di vê dosyayê de jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojîn roj e, tav e. Gulîstan Dokû û Rojîn her du jî xwendekar bûn, her du jî mamoste bûn û navê her duyan jî bi Kurdî bû. Qedera wan weke hev bû.”

Banga têkoşînê

Nîzamettîn Kabaîş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê dest ji doza keça xwe bernede û got: “Ez ji gefan natirsim. Çawa malbata Gulîstan Dokû 6 sal in li ser piyan e, heta ku kujer neyên dîtin ez dê li ber xwe bidim. Divê sinyalên telefonê yên wê şevê werin lêkolîn kirin û komîsyoneke taybet ji bo vê dozê were avakirin.”

Etîket: Heval OnkolNîzamettîn KabaîşRojîn KabaîşSîpan Batmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

28 ÎLON 2026
Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

4 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Baroya Wanê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir

Baroya Wanê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne