• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Baroya Wanê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir

Wan / AW

17 TÎRMEH 2026 - 12:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan a Baroyê têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê daxuyaniyek da û ragihand ku di rapora ATKê de li ser laşê Rojîn Kabaîş DNAya du mêrên cuda hatiye dîtin. Baroyê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir.

Komîsyona Şopandina Doza Rojîn Kabaîş a ku ji aliyê Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan a Baroyê, Şaxa OHDê ya Wanê, Komeleya Jinan a Starê û ÎHAMEDê ve hatiye avakirin, têkildarî mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş ku 27ê Îlona 2024an de winda bibû û 15ê Cotmeha 2024an de laşê wê li qiraxa Gola Wanê hatibû dîtin, daxuyaniyek da. Baroyê agahiyên dawî yên di dosyaya lêpirsînê de bi raya giştî re parve kirin.

‘Hewl dan dosyayê di bin navê ‘întîharê’ de bigirin’

Daxuyanî ji aliyê cîgirê Seroka Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Di daxuyaniya Baroyê de hat diyarkirin ku di rojên destpêkê de lêpirsîn tenê li ser îhtîmala ‘întîharê’ hatiye meşandin û herêmeke teng hatiye lêgerîn û ev yek got: “Bi hewldanên baroyê dozgerekî duyemîn ji dosyayê re hatiye wezîfedarkirin û lêpirsîn ber bi îhtîmalên din ên bi guman ve hatiye berfirehkirin.”

Li ser laşê Rojîn DNAya du mêran hat dîtin

Baroyê bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) û xalên girîng ên di raporê de û wiha rêz kirin: “Di rapora ATKê de, li ser hestiyê sîngê (sternum) û di herêma intravajînal a Rojîn Kabaîş de profîla DNAyê ya du mêrên cuda hatiye tespîtkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku îhtîmala ‘bulaşê’ bi rêbaza zanistî bê lêkolînkirin. Her wiha me daxwaz kir ku nimûneyên DNAyê ji xebatkarên ku laşê wê hilgirtine, peywirdarên otopsiyê, cerdevanên taybet ên zanîngehê û hemû xebatkarên nêr ên wargeha KYKê ya ku di wê demê de wezîfedar bûn bên girtin û rûbirûkirin.”

Baroyê diyar kir ku ji ber derengxistina raporan û lihevnekirina daxuyaniyên serdozgeriyê yên li ser herêmên DNAyê, wan li dijî berpirsên ATKê bi hinceta ‘veşartina delîlan’ serlêdana sûc kiriye.

‘Di pişikên wê de av tune ye lê dibêjin di nav avê de xeniqiye’

Di daxuyaniyê de derbarê raporên li ser sedema mirina Rojîn Kabaîş de agahiyên balkêş hatin parvekirin: “Her çend di pişikên Rojîn Kabaîş de av nehatibe dîtin jî, sedema mirina wê wekî ‘xeniqîna di avê de’ hatiye tomarkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku fethî qebr (vekirina gorê) di nav de hemû rêbaz bên bikaranîn û ‘Testa Diatomê’ bê kirin da ku bi awayekî teqez diyar bibe ka ava ku wê nefes pê girtiye ava Gola Wanê ye yan na.”

‘Kêmasiyên îdarî û ewlehiyê’

Baroyê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku şîfreya telefona Rojîn Kabaîş hîn jî nehatiye vekirin û ji bo vê daxwaza alîkariya teknolojîk a navneteweyî kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji ber zafiyeta ewlehiyê ya di nav kampusê de û dereng agahdarkirina malbatê, li ser serlêdana wan li dijî Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û rêveberiya wargehê lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.

‘Em ê nehêlin doz bê girtin’

Baroya Wanê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Zêdebûna mirinên bi guman ên jinan û cînayetên li Tirkiyeyê, me neçar dike ku em van pêvajoyan bi awayekî çalak bişopînin. Wekî Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan, em ê li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo Rojîn û hemû jinan heta dawiyê bidomînin.”

Etîket: Baroya WanêNavenda Mafên Jinan a Baroya WanêRojîn Kabaîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

Nîzamettîn Kabaîş: Heke pêwîst bike em ê gora keça xwe jî vekin

22 COTMEH 2026
Di lêpirsîna Rojîn Kabaiş de geşedanek nû: 6 kes hatin tespîtkirin

Di lêpirsîna Rojîn Kabaiş de geşedanek nû: 6 kes hatin tespîtkirin

15 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne