• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan pir girîng e’

Mahmût Altintaş / AW

4 GULAN 2025 - 08:52
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî diyar kir ku tundiya li ser jinan gelek zêde ye û got: “Qanûnên dewletê pêşî li tundiya li dijî jinan nagirin. Ji bo wê banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde ji bo jinan girînge.”

Komeleya Dema Jinan ku li Stenbolê ji bo mafê jinan xebatan dimeşîne, di sala 2020an de ava bû. Komeleya Dema Jinan ji avabûnê heta niha xebatên derbarê mafê jinan de didomîne. Komeleya Dema Jinan, piştgiriyê dide jinên ku rastî tundiya derûnî, aborî û fizîkî tên. Dema jin serî li komeleyê didin piştgiriya hiqûqî, derûnî digirin. Komele bi kargehên di nava tax û malan de jî xwe digihînin jinan û derbarê mafê jinan, tundî û têkoşîna li dijî tundiyê xebatan didin dimeşînin. Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî derbarê xebatên xwe de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Newroz Onverdî diyar kir ku tundiya li ser jinan pir zêde ye û wan jî bi avakirina komeleyê, xwestin li dijî tundiya li ser jinan bibin bersiv. Newroz Onverdî destnîşan kir ku jinên Kurd ên rastî tundiyê hatine, ji ber zimanê Kurdî nekarîne xwe bigihînin mekanîzmayan û got: “Ji bo em bibin bersîva van jinan, em ketin nava hewldanan.” Newroz Onverdî derbarê xebatên komeleyê de ev tişt anîn ziman: “Me di dema pandemiyê de komele avakir. Ji ber wê jî sala ewil me li ser onlînê xwebat dan destpêkirin û xwe dan naskirin. Li ser onlînê gelek jinan xwe gihand me. Ji bo jin bizanibin qadeke wan heye taybet jî jinên Kurd bizanin ku saziyek heye û bi zimanê wan dixebitin û xwe li mala xwe hîs bikin xebatên xwe dimeşînin. Em tenê di saziyê xwe de nesekinin û nabêjin bila jin xwe bigihînin me. Ji bo xwe bigihînin jinan li tax û malan dixebitin. Em dixwazin hişmendiya civakê jî biguherînin. Ev tenê bi serdanan nabe. Em kargehên taxan ava dikin û xwe didin naskirin. Çûyina tax û malan pir girîng e. Ji ber ku ew yek civakbûyin e. Dema em tenê serîledanan bigirin û xwe ji civakê dûr bixînin guherandin û sekna li dijî mêrsalarî bandorê li civakê nake. Ji ber wê jî em li taxan kargehên tendûristiyê, têkoşîna li dijî tundiya jinan, danasîna laşê jinan li dar dixin.”

Piştgiriya derûnî û hiqûqî didin jinan

Newroz Onverdi bi lêv kir ku ew piştigiriya hiqûqî û derûniyê jî didin jinan û axaftina xwe wiha domand: “Piştî sala dûyan me navenda Şewirmendî û piştgiriyê vekir. Me serîlêdanên jinên ku rastî tundiya derûnî, aborî û fizîkî hatine girt. Di serîlêdanan de tundiya derûnî û aborî pir zêde bû. Lê civakê ev normal didît. Dema jinan ferq dikir ku ev tundiya derûnî ye, mafê xwe parastin. Çend komîsyonên me hene. Komîsyonên hiqûq û derûniyê hene. Di van komîsyonan de dildarên me yên parêzer û derûnas dixebitin. Em piştgiriya hiqûqî û derûniyê didin jinan. Di dozên, îstîsmar, tundî û tacîzê de dozên wan dişopînin. Ji bo tundiya derûnî jî piştgiriya derûniyê didin. Derûnasên me piştgiriya derûniyê didin.”

‘Qanûnên dewletê nikarê tundiya li dijî jinan re bibin bersiv’

Di berdewama axaftina xwe de Newroz Onverdî destnîşan kir ku qanûnên dewletê têrî pêşîgirtina tundiya li ser jinan nake û wiha got: “Tenê bi saziyan ve pêşî li tundiya li dijî jinan nayê girtin. Divê ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan dewlet mekanîzmayan ava bike û van mekanizmayan baş bixebitîne. Qanûnên dewletê li dijî tundiya jinan nabe bersiv. Nikarê jinan biparêze. Dîsa dewlet qanûnên heyî jî pêk nayne. Dema jin rastî tundiyê tên diçin karakolan, lê li wir rastî nêzîkatiyên cuda tên. Dema em tundiyên li ser jinê lêkolîn dikin herî zêde vê yekê dibinin. Polîtikayên parastinê tune ne. Lê polîtikayên bêcezahiştinê hene. Ew polîtikayên bêcezahiştinê herî zêde yek jî li dijî jinan pêk tê. Di heman demê de qadên ku tundiyê rewa dike ava dikin. Vê yekê jî bi qanûnên xwe avadikin.”

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan pir girîng e’

Newroz Onverdî bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin bandora wê li Tirkiyeyê jî dike. Bandora şerê taybet li ser rewakirina kuştina jinan dike. Polîtikayên şer û şerê taybet bandor li hemû civakê dike. Lê herî zêde bandor li ser tundiya li ser jinan dike. Dewlet dizane heşmendiya jinê heşmendiya azadî û wekheviyê ye. Loma naparêze. Ji ber wê jî banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan pir girîng e. Xelasbûyina me bi jiyaneke azad e. Em di jiyaneke wekhev û azad de nejîn dawiya me kuştin û tundî ye. Ji ber wê jî banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde wekheviya mafê jin û meran diparêze. Wekhevbûna mafê jinan û civakê diparêze. Bi azadiya jinan civak azad dibe. Bangavaziya Civaka Demokratîk dixwaze heşmendiya mersalarî jî biguherînê ji ber wê em dixwazin di vê bangavaziyê de cih bigrin. Dixwazin bigihejin jinan û vê bangavaziyê ji wan jî bidin fehmkirin. Ji ber wê me bangavaziya Civaka Demokratîk bi rêzdarî pêşvazî kir.

Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye

Di dawiya axaftina xwe de Newroz Onverdî anî ziman ku divê jin bêhtir ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Jinan xebatên aştiyê zêdetir kirine. Di 20ê mehê de me bi jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye hat avakirin. Ew însiyatîf ji bo civaka Kurdistan û Tirkiyeyê di nava aştiyê de bi hev rê bijîn hat avakirin. Ew însiyatîf ji bo aştiya civaka Kurdistan û Tirkiyeyê dixebite. Ji bo jin jî di aştiyê de gotinên xwe bibêjin û bandor lê bikin xebatan dimeşînin. Ew însiyatîf jî wekhevbûna civakê û bersivbûna banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji bo tundiya li ser jinan biqede divê jin zêdetir bi hev re bin. Piştgiriya jinan me bi hêztir dike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne