• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Banga Abdullah Ocalan ji bo aştiyê derfetek e’

Onder Akbulut / AW 

6 ADAR 2025 - 09:39
Kategorî: ROJANE
A A

Amed – Dayikên Amedî di derheqê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln de axivîn. Dayika bi navê Nazîme Boltan da zanîn ku banga Rêber Abdullah Ocalan pir girîng e û got: “Dewletê ji Abdullah Ocalan xwest ku PKK çekan berde. Ji ber vê yekê divê dewlet jî çekan deyne û agirbestê îlan bike. Agirbest yek alî nabe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bangeke dîrokî kir. Gel li çar aliyê Kurdistanê daketin qadan û li banga Abdullah Ocalan guhdar kir. Li hemû cihanê jî ji nêz vê hat şopandin. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de got bila PKK kongreya xwe kom bike û biryara çekberdanê bigire. Abdullah Ocalan ji bo ku çek bên berdan jî got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesih bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” Li ser vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayikên Amedî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Agirbest yek alî nabe’

Dayika bi navê Nazîme Boltan da zanîn ku banga Abdullah Ocalan derfeteke pir mezine ji bo aştiyê û got: “ Niha li ser banga Abdullah Ocalan PKKê agirbest îlan kir. Êdî bar li ser milê dewletê ye. Divê ew jî agirbest îlan bikin. Dewletê ji Abdullah Ocalan xwest ku çekan berde. Lê ji bo vê yekê jî divê dewlet agirbestê îlan bike. Ji bo ku aştî pêk bê, agirbesta yek alî nabe. Em hemû jî aştiyê dixwazin. Bila zarokên me û zarokên wan neyên kuştin. Bila girtiyên nexweş berdin. Bila Abdullah Ocalan berdin û werin li ser maseyekê bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. Eger dixwazin aştiyê pêş bixin, bila li ser maseyê bi diyalog û muzakereyan aştiyeke mayînde pêk bînin. Ji bo ku PKK kongreya xwe pêk bîne, biryara çekberdanê bigire jî divê Abdullah Ocalan berdin. Wê demê Abdullah Ocalan dikare kongreyê kom bike û biryara çakberdanê bigire.”

‘Divê dewlet li gor vê bangê zemînê ava bike’

Dayika bi navê Subhiye Saruhan jî bi lêv kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê derfeteke dîrokî ye û got: “46 sal in şer heye. Lê kesî bi şer tiştek bi ser nexistiye. Ev 46 sal in şer dimeşe, xwîn dirije, me her zilm û zordarî dît. Di dinyayê de jî tu kesek bi vî awayî bi ser neketiye. Abdulah Ocalan gaveke pir baş avêt. Êdî dora dewletê ye. Divê dewlet jî li gor vê bangê zemînê ava bike. Divê Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derkeve, bê meclisê, li ser masê biaxivin. Ev pirsgirêk encax wisa çareser bibe.”

‘Tiştekî ji aştiyê xweştir tune ye’

Subhiye Saruhanê di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku girtiyên nexweş werin berdan û got: “Ewqas însanên me bêsûc, bêguneh, bi niheqî di girtîgehan de ne. Em dixwazin ew jî hemû herin berdan. Bila şert û mercan xweş bikin. Divê însanên me yên li serê çiyê jî bên meclisê siyasetê bikin. Wan jî bi agirbestê biryareke baş dane. Bes e bila êdî hêsirê çavên dayikan nebarin. Ez bangî dayikên tirkan jî dikim, kezeba wan jî şewitiye. Bi xwînê tiştek nayê çareserkirin. Dibêjin şehîdên me û şehîdên me. Yên wan şehîdin yên me ne şehîdin? Me bira winda kir. Me bav winda kir, xwişk û zarok winda kir. Lê em dîsa jî dibêjin aştî aştî aştî. Tiştekî ji aştiyê xweştir tuneye. Bila ew jî werin destên xwe bidin destên me. Bila bangî miletê xwe bikin. Bila bêjin em aştî û wekheviyê dixwazin. Ev welatê me tevan e.”

Divê dewlet operasyonan bide rawestandin

Subhiye Saruhan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku baweriya wê bi dewletê nayê û got: “Heta dewlet gaveke erênî nevêje baweriya min bi dewletê nayê. Ji ber ku heta niha çend caran firsend çêbûne. Lê dewletê gav neavêtine. Divê rayedarên dewletê niha gotiba ‘Wan agirbest ragihand ez jî êdî operasyonan nakim. Lê her roj derdikevin televîzyonan dibêjin em operasyonên xwe berdewam dikin. Aliyekî dibêjin em aştiyê pêk bînin, aliyê din jî operasyonan dikin. Ev tiştekî nerast e. Ne edaletî ye. Ne li gor pîvanan e. Divê dewlet dev ji van ber de, gavên çareseriyê bavêje.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne