• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Banga Abdullah Ocalan çarenûsa gelan e’

Onder Akbûlût/ Fexredîn Kiliç

13 ADAR 2025 - 08:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li çar parçêyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe çarenûsa gelan û got: “Banga Rêzdar Abdullah Ocalan behsa civaka demokratîk û bi hev re jiyînê dike.”

Deklerasyona Newroza 2025an di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 11ê Adarê de li ber Sûrên Amedê yên navçeya Sûrê ya Amedê bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ hate dayîn. Piştî deklerasyonê Newroza îsal destpêkê li navçeya Lîcê ya Amedê hate pîrozkirin. Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş têkildarî wateya Newrozê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Agirê Newrozê dê li seranserî welat belav bibe

Bêrîtan Guneşê diyar kir ku Newroza îsal ji ber banga Rêzdar Abdullah Ocalan zêdetir dîrokî û xwedî wate ye û got: “Ev agirê Newrozê yê ku me li Lîcê vêxist dê li seranserî welat belav bibe. Newroza Lîcê û ya îsal ji bo me ji aliyê dîrokî ve gelekî watedar e. Ji ber ku îsal em Newrozê bi hêviya azadî û aştiyê pêşwazî dikin. Her wiha em dikarin bibêjin ku agirê Newrozê îsal di 27ê Sibatê de ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve ji bo gelan hat vêxistin. Ev Newroz ji bo ku hemû gel bi hev re, bi aştiyeke bi rûmet bijîn pir watedar e.”

Newroza îsal Newroza civaka demokratîk e

Berîtan Guneşê bal kişand ser girîngiya civaka demokratîk û got: “Banga Rêzdar Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi temamî behsa civaka demokratîk dike. Behsa bi hevra jiyîn û demokrasiyê dike. Ji ber wê şiyara me ya vê Newrozê ‘Rêbertiya azad civaka demokratîk e’. Ku em nikaribin civakeke demokratîk avabikin em ê nikaribin bi awayekî azad û demokratîk jî bijîn. Newroz her tim ji bo gelê kurd bûye raperîna li dijî zilmê. Di Newrozan de gelê kurd xwe ji nû ve afirandiye.”

‘Xwedîderketina li Newrozê xwedîderketina li banga 27ê Sibatê ye’

Bêrîtan Guneşê da zanîn ku dixwazin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çar parçêyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe çarenûsa gelan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çarenûsa paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Êdî ne tenê gelê kurd, durzî û elewî jî êdî çareseriyê di vê paradîgmayê de dibînin. Vê têkoşînê, paradîgmayê em dikarin bibêjin ku Rojhilata Navîn guhertiye. Newrozê jî her tim xizmeta guhertin, veguhertin, raperîn, hilberîn û vejînê kiriye. Em jî Newroza vejînê, newroza azadî û aştiyê pîroz dikin. Xwedîderketina li Newrozê xwedîderketina li banga Birêz Abdullah Ocalan e, xwedîderketina li çanda bi hev re jiyîn, azadî û aştiyê ye. Ji bo vê ev Newroz ji bo hemû gelan dîrok e, divê em li dîrokê xwedî derkevin, li vê bangê xwedî derkevin. Em têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanBêrîtan GuneşNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne