• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga Abdullah Ocalan a Newroza 2015an

Navenda Nûçeyan /AW

14 ADAR 2025 - 08:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di Newroza 2015an a Amedê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek dîrokî şandibû. Abdullah Ocalan di peyama Newrozê de diyar dike ku ew lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibîne û dibêje “Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 sal berê di Newroza Amedê de peyameke dîrokî biraya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan 10 sal berê dîsa xwest ku şert û merc bên avakirin û piştre PKK kongreya xwe pêk bîne û pêvajoya çekdarî bi dawî bike. Lê 10 sal derbas bûn hîna jî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ji bo muzakere pêş bikevin û şert bên avakirin tu gav neavêtine.

Peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê wiha ye:

“Ji hemû gelên me re;

Ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berovajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.

Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aşitiya birûmet a gelên welatê me, meşand; îro di şêmûgeke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye weke ku vala neçû, hatiye merhaleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratik û aştiyeke li gorî ruhê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolma Bahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayeke fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne.

Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku teqrîbên çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji çekê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibinim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komisyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji lijneya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serkeftî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya makezagonî, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana bi biratiyê ya di nav aştiyê de.
Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav davêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aşitiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye honandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we de, silavkirina merhaleyeke wisan e. Lê bele, diyardeyên ku ji bo welatê me û gele me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tije ye jî, derbasbar be. Rastiya kapîtalîzma emperyalist ya bi giştî dused salên dawî, bi taybetî jî ya sed salî ev e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin; yanê li gorî politikaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhamet heta roja îro anî!

Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şikilê DAIŞ’ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzîdî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqiniyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.

Roj ew roje ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratik, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serkeftina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ”Ruhê Eşmeyê” dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; heke bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wek civak ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojaneyîtiyê bangeke hêja ye.
Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema xêrên mezin, silav dikim.

Bijî Newroz,

Bijî Biratiya Gelan…”

Etîket: 2015anAbdullah OcalanAFC ChampionshipbangNewrozpeyam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne