• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

Enqere / AW

5 GULAN 2026 - 13:49
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got: “Divê qanûn demildest werin çêkirin. Statuya birêz Ocalan dê pêşî li pêvajoyê veke. Em dibêjin; Werin em mekanîzmeyeke bi navê Lîjneya Teqîbkirin û Şopandina Aştiyê ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de derketin Lîga Superê ya Amedspor û Erzorumspor pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest. Tuncer Bakirhan di salvegera Terteleya Dersimê de qurbaniyên komkujiyê jî bibîr anî û got: “Terteleya Dersimê sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye ku li vê erdnîgariyê hatiye kirin. Divê dewlet Terteleya Dersimê nas bike, lêborîn bixwaze û cihê gora Seyîd Riza, Şêx Seîd û hemû kesên di encama serhildanê de hatine qetilkirin werin eşkerekirin.”

Tuncer Bakirhan derbarê Roja Astengdaran de jî bi lêv kir ku ew partiya astengdaran in û xwest li Tirkiyeyê hemû mafên astengdaran werin bicihanîn û ragihand ku wan Yekşema ewil a meha Gulanê weke Roja Rûmetê ya Astengdaran ragihandin e û çalakiya yekemîn jî li Amedê li dar xistin e. Tuncer Bakirhan daxwazên astengdaran jî anî ziman û destnîşan kir ku divê hemû pirsgirêkên astengdaran bên çareserkirin û welatî jî bi astengdaran re di nava piştgiriyê de bin û ji şeredariyan jî xwest ji bo astengdaran xebatan bidin pêşiya xwe.

‘Şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê dike’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike. Tevî em weke Tirkiyeyê tev li şer nebûne jî ev şer ji aliyê aboriyê ve bandor li ser me dike. Desthilat qala pêşketina aboriyê dike lê enflasyon jî nîşan dide ku ji aliyê bihabûn, birçîbûn û bêkariyê ve krîzek mezin heye. Em naxwazin ev krîz di lûtkeyê de be û mafên mirovî û jiyaneke li gorî rûmeta mirovan pêk were. Geşedanên li Rojhilata Navîn û girtina Tengava Hurmuzê bûye qada hegomonyaya dewletan. Di vê pêvajoyê de ya ku dikeve ser Tirkiyeyê ew e ku dostên xwe zêde bike. Di vê pêvajoyê de dostê Tirkan, Kurd in û em bi hev re dikarin mezin bibin. Divê Tirkiye, Kurdan weke xetere na lê weke dost bibîne. Tirkiye heke aştiya navxweyî pêk bîne dikare bi rolekî pêşeng a ji bo aştiyê û wekheviyê rabe.”

‘Teyît û tespîtê divê li pêşiya hiqûqê nebe diwarek’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya navxweyî jî bi çareseriyeke demokratîk pêkan e û wiha axivî: “Ji bo wê jî divê em çavdêriya şert û mercên herêmî binêrin û pêvajoyê dirêj nekin. Lê mixabin sedema dirêjbûnê bêcesaretbûna siyasetê ye. Gel dipirse dibêje çima desthilat bi wêrekî gavan naavêje? Niha ya ku were kirin jî çêkirina qanûnan e. Mijara ‘Teyît û tespîtê’ divê li pêşiya hiqûqê nebe diwarek. Heke hûn rêxistinên çekdar re bêjin çek deyne û bikevin nava siyasetê, divê hûn hiqûqê diyar bikin. Bêhiqûq dê çawa werin? Em weke DEM Partiyê vê yekê pêşniyar dikin; Birêz Kurtulmuş, bang li koordînatorên partiyên siyasî bike û li ser qanûnan bixebitin û pêşiya pêvajoyê vebikin. Şert û mercên birêz Ocalan baş bikin. Wê demê heke PKKê tişta ket ser milê wê nekir, bila gel rexne bike û tawanbar bike. PKKê jî di daxuyaniya xwe de jî got; ‘Gelo qanûn hatine çêkirin ku em nayên?’ Ma ne mafdar in? Hûn qanûnan çêbikin, heke PKKê nehat, ewilî em ê wan rexne bikin. Lê desthilat tişta ku dikeve ser milê wê neke, em ê wê jî rexne bikin. Rapora komîsyonê li holê ye bêyî ku bê dirêjkirin divê tiştên hewce bîne cih. Heke pêvajo bi awayekî ne diyar bimîne xetereyan dê zêdetir bike. Em bang li hemû kesan dikin ku berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Ev yek baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê jî qels dike. Çend roj berê cezayek zêde li hevşeredarê me yê Colemergê Mehmet Siddik Akiş hate birîn, her wiha hevşeredarên qeyim tayinî şûna wan hatiye kirin hê venegeriyane ser karê xwe. Ev yek jî baweriya civakê qels dike. Kî van dike bila desthilat eşkere bike. Ji aliyekî ve pêvajo û ji aliyekî ve ev sepanên li dijî demokrasiyê nikarin civakê bixapînin.”

‘Statuya birêz Ocalan ji bo pêşvêçûna pêvajoyê pêwîstiyek bingehîn e’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû: “Başkirina şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşvêçûna pêvajoyê pêwîstiyeke bingehîn e. Birêz Ocalan jî dibêje ew ne li pey konforê ye lê ji bo pêvajo bi pêş ve bibe divê şert û mercên wî bên başkirin û bikaribe bi hemû aktoran re hevdîtinê pêk bîne. Birêz Bahçelî qala qanûn û statuyê kir. Em jî weke wî difikirin. Her wiha em li ser gotina Serokkomar ku dibêje; ‘Dîrok yên piştgiriyê didin pêvajoyê dê binivisînê’ re jî dibêjin dîrok kesên bi wêrek dinivisînê birêz Erdogan were em bi hev re dîrokê binivisînin. Em soz didin ku teqez em ê aştiya ku hûn xewn û xeyalên wê dikin li vê erdnîgariyê pêk bînin. Em ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêşniyarên erênî dikin. Em dibêjin; Werin em mekanîzmeyeke bi navê Lîjneya Teqîbkirin û Şopandina Aştiyê ava bikin û hemû beşên civakê ku di nav de cih bigirin.”

Berdana girtiyan

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bendewariya civakê pêkhatina edaletê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Lîjneya Rêveberiya Çavderiya Girtîgehan ku li pêşiya berdana girtiyan astengiyan derdixe, bên girtin. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan pêk werin û hemû girtiyên siyasî werin berdan.”

 

Etîket: Abdullah OcalanHevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhanstatuya Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne