• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Ev banga guhertin û veguhertinê ye

Navenda Nûçeyan /AW

9 ADAR 2025 - 19:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze “maseya çareseriyê” ava bike û got, “Banga Birêz Ocalan banga guhertin û veguhertinê ye.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Manîsayê li salona Lale ya Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de rêveberên partiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes amade bûn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî hilbijartina meclisê û pêşandana sînevîzyonê axaftinê kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina “maseya çareseriyê” dixebite û wiha got: “27ê Sibatê encama pirsgirêka Kurd a ku ev 50 sal in bûye sedem ku aborî û enerjiya van xakan têk biçe ye. Birêz Ocalan ê ku piştî 50 salan rêxistina xwe damezrand, bang kir ku eger zemîna hiqûqî û siyasî bê avakirin divê çekan deynin. Em jî vê yekê pir hêja û watedar dibînin.”

‘Ji feqîr û bindestan dixwaze xwe bi rêxistin bikin’

Tuncer Bakirhan da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga guhertin û veguhertinê ye û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji dewletê û feraseta dewletê ya înkarê re dibêje ‘biguherin’ û ji kedkar, feqîr, bindestan re jî dibêje ‘xwe birêxistin bikin, tifaqê çêbikin, bi têkoşîneke hevpar mafê xwêdana xwe bi dest bixin. Birêz Ocalan dibêje, ‘Dema ku têkoşîn tê meşandin pêdivî bi ziman, şêwaz, pratîk, çalakî û di têkoşînê de heye.’ Birêz Ocalan banga guhertin û veguhertina li siyaseta Tirkiyeyê, dewlet, civaka demokratîk û her kesî kir. Ji ber ku ew bixwe vediguhere. Rêxistina ku 50 sal in têkoşîna çekdarî dimeşîne re dibêje ‘biguher-veguhere’. Ew amûra ku ev 50 sal in ji bo bidestxistina mafan dihat meşandin ji holê radike. Yanî darê terorê di destê dewletê de ye.”

‘Dixwaze tifaqa kurd û tirkan ava bike’

Tuncer Bakirhan, da zanîn ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re wê her kes bi ser bikeve û wiha pêde çû: “Abdullah Ocalan dixwaze tifaqa Kurd û Tirkan ava bike. Bi salan e em dibêjin ‘Em bibin xizm, ne dijmin.’ Dijminatî bû sedem ku Tirkiye winda bike, dijminatî bû sedem ku Tirkiye têk bibe. Banga Birêz Ocalan banga xizmtiyê ye. Hêvîdar im ku ev bang ji aliyê dewlet, hikûmet û civaka demokratîk ve were bersivandin. Di banga Ocalan de ti şert û daxwaz tunebû. Wî bal kişand ser pêwîstiyên demokratîk ên ku ji bo pêkanîna banga dev ji çekan bê berdan. Duçerxe heye û divê bigihêje armanca xwe; em dibêjin ‘payderê bigerînin’ ji bo ku duçerxe biçe cihê xwe ye. Hin kes dibêjin ‘Ev şert e, em qebûl nakin’. Bira, armanca aştiyê bêyî gerandina parderê wê çawa duçerxebigihêje armanca xwe? Aştî jî duçerxe ye. Pêdiviyan li ser her kesî ferz dike û divê pêk were. Ev ne şert in, ne daxwaz in. Ma şertên demokrasiyê hene?

‘Girtina mirovan rê li pêşiya çareseriyê digire’

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girtina kalê 85 salî Zekî û wiha bi dawî kir: “Yên ku Apê Zekî yê 85 salî li Çewlîgê bigire û li Xarpetê bavêje hucreyê, ew pêvajoyê sabote û provoke dike. Em bang li Serokomar Erdogan dikin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê û ji bo ku Tirkiye bigihêje aştiyê, wek serokê desteya îcrayê berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Îro em li Manîsayê ne, li bajarê birêz Ozgur Ozel in. Ez dixwazim ji bajarê wî Manîsayê bang li Birêz Ozel bikim; ev komara 100 sal berê hatiye avakirin, baş e îtirazî komarê nakin . Weke partiya damezrîner a komarê ez we vedixwînim partîk, gotin û nexşerêyê.”

Piştî axaftina Bakirhan raporên xebat û aboriyê hatin xwendin û hilbijartin hat kirin. Ji bo hevserokatiya nû Evîn Gunsel û Kerem Taylan hatin hilbijartin. Piştî kongreyê Meclisa Jinê ya DEM Partiyê ya Manîsayê hate avakirin.

Çewlîg

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê li eywana konferansan a şaredariyê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulagu û gelek partiyî tev li bûn. Li ewyana kongreyê pankartên “Em şahid û şopdarên vê bangê ne”, “Ked nirxa herî pîroz e” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin.  Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hate hilbijartin. Piştre jî Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got: “Li Rojhilata Navîn şerekî qirêjî tê meşandin. Hêzên emperyal, hewl didin bi rêya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê re gelan bi hev bidin qirkirin.” Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi domdarî geşedanên li herêmê diqewimin bi bîr xist.  Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin û Nerîman Bolkan û Sedat Ormangoren weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin.
Eskîşehîr
Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê jî li Navenda Kongreyan a 100. Yilê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, nûnerên partiyên siyasî, sendîkayan û rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenter Zulkuf Uçar di kongreyê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çareseriyek pêşkeş kir. Divê em pir xurt xwedî li vê bangê derkevin û ji bo civakîkirina aştiyê û xwebirêxistinkirinê, têkoşînê mezintir bikin.”
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne