• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Divê hevşaredarên me vegerin ser wezîfeya xwe

Amed / AW

14 MIJDAR 2025 - 13:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna hevşaredaran re axivî û got: “Berpirsyarên gelek girîng li ser milê şaredariyan e. Daxwaza me rast û zelal e. Divê hevşaredarên me ku qeyim li şûna wan hatine bicihkirin, vegerin ser kar û wezîfeya xwe.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi hevşaredarên DEM Partiyê re civiyan. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê, DBPê û hevşaredar beşdar bûn.

Beriya civîn dest pê bike Hesvserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.

Bakirhan diyar kir ku civîna wan a bi hevşaredaran re gelek girîng e û wiha got: “Rexneyên gel ji bo me gelek girîng in. Em di serî de Edîp Solmaz bi rêzdarî bi bîr tînin, em ê li ser rêya wan têkoşîna xwe bidin meşandin. Em ji bo hevşaredarê me yê berê Selçûk Mizrakli re jî silavên xwe dişînin. Her wiha em Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer ku hat berdan jî silav dikin. Hemû hevalên me yê siyasetmedar bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin. Em ê di civîna xwe de xebatên salek û nîvê yên şaredariyên xwe bi hev re nîqaş bikin.”

‘Divê em şaredariyan weke komînan binirxînin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku peyama Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê jî ji bo wan gelek girîng e û wiha axivî: “Divê em vê peyamê ji bo xwe binirxînin. Dema ku em dibêjin aştî, yekîtî û wekhevî tê bîra mirov. Divê em her şaredariyê weke komînan binirxînin. Bajarê ku em lê dijîn dibe ku me li hemû deverên bajêr xizmeta li dijî tiryakê û bi vî awayî xebatên xwe yên herêmî bidin meşandin. Divê yên ku vê pêvajoyê bidin meşandin yek ji wan jî hevşaredar bin. Bendewariya civakê ew e ku hevşaredarên qeyim tayînê şûna wan hatine kirin dîsa vegerin ser kar û wezîfeya xwe. Hê hevalên me deynên qeyiman neqedandibûn, qeyim tayînî şûna wan hatin kirin. Qeyiman şaredariyên me di bin deynan de hiştiye. Tu kes jî li ser wan raporên ku qeyiman tiştên bêusil kirine jî dengê xwe nake. Em ê vê cihêkariyê ku bankaya ÎLLERê jî di navbera me û AKPê de dikir ji bîr nekin. Hemû kiryarên wan jî weke yên qeyiman e. Şaredariyên wan diziyê dikin, dengê xwe nakin. Lê dema şaredarî ne ya wan be bi polîtîkayên cihêkar nêz dibin.”

‘Divê şaredariyên me li daxwazên gel guhdar bikin’

Tuncer Bakirhan da zanîn ku ji heft salî heta heftê salî ew bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û got: “Em van kiryaran ji nêz ve dişopînin. Dixwazin ku me bi bêhêz bikin. Her tim astengiyan didin derxistin. Ji hemû şaredariyên AKPê re her tişt serbest e, lê dema ku dibe şaredariyên DEM Partiyê ji wan re tu tiştek tune ye. Her sal wezîrên AKPê wesayîtan di diguherînin û li kêfa xwe dinêrin lê hê jî li navçeya Dîgorê ya Qersê wesayîta şaredariyê tune ye. Mesele ev bêedaletî ye. Divê tasarûf bi sekinandina operasyonan bê kirin. Dibe ku kêmasiyên şaredariyên me hebin lê dîsa jî xizmetên baş ji bo ciwanan, jinan, zarokan û hemû civakê dikin. Pirtûkxaneyan vedikin, festîvalan li dar dixin. Xebatên ziman, çanda Kurdî dikin. Paredariyên me xizmetek pirrzimanî dikin. Şaredariyên me xebatek civakî dikin. Xebatên AKPê yên ku tên kirin ji bo gundên ku deng dane wan xizmetê dikin lê yên ku deng nedane wan ji wan re xizmet nayê kirin. Em dikarin bibêjin mînaka şaredariyên me li tu deverê tune ye. Ji ber ku gelek projeyên xweş û xizmetan dane pêşiya xwe. Divê ku li daxwazên gel jî bên guhdarîkirin û qebûlkirin. Heta ku em xwedî li nirxên gel derkevin em ê tim hebin. Divê hevşaredarên me jî ji nirxên gel tu carî xwe dûr nedin. Ger ku em heta îro hatibin vê astê jî bi saya serê nirxên gelê Kurd e. Dema ku em xwe baş bi rêxistin bikin em ê kar û barê xwe jî bi hêsanî pêk bînin.”

 

Etîket: Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
Bakirhan bang li serokên partiyan kir: Werin em bi mazuvaniya Erdogan bicivin

Bakirhan bang li serokên partiyan kir: Werin em bi mazuvaniya Erdogan bicivin

17 SIBAT 2026
Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Axaftvan diyar bûn

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Axaftvan diyar bûn

22 KANÛN 2025
Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

17 KANÛN 2025
Bakirhan bersiva Ozel da: Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûnê deyndar derkevin

Bakirhan bersiva Ozel da: Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûnê deyndar derkevin

2 KANÛN 2025
Tûncer Bakirhan: Divê komîsyon bêyî ku rojekê jî winda bike biçe Îmraliyê

Tûncer Bakirhan: Divê komîsyon bêyî ku rojekê jî winda bike biçe Îmraliyê

18 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne