• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd gelek firsendan bi xwe re tîne

Navenda Nûçeyan /AW

27 ADAR 2025 - 15:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî konferansa “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” bû. Bakirhan, di konferansê de got ku çareseriya pirsgirêka Kurd gelek firsendan bi xwe re tîne.

Konferansa 19emîn a “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” li paytexta Belçîkayê Brukselê li Parlamentoya Ewropayê (PE) di roja 2yemîn de berdewam kir. Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) ve tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de bi sernavê “Li Tirkiyeyê dema nû; astengî û firsendên li pêşiya aştî û çareseriyê” rûniştinek hate lidarxistin. Dêrsim Dagdevîren moderatoriya rûniştinê kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di rûniştinê de axivî û qala hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Bakirhan, bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê ya beriya niha têk çû û bi wê têkçûnê re şerekî giran destpê kir û wiha got: “Bi vî şerî re li nava civakê dijberiyeke cidî hate afirandin. Hiqûq bû amûrek û weke çoyekî kete destê desthilatdariyê. Aborî kete nava krîzeke giran. Zextên li ser partiya me zêde bûn. Hêviyên ji bo aştiyê hema bibêje li ber tinebûnê bûn. Di vê demê de di nava beşên civakê de cihêbûnekê rû da û vê yekê di nava 10 salên dawî de xwe hîn bêhtir nîşan da. Lê belê banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê gelekî girîng e. 10 salên derbasbûyî tecrûbeyên gelekî girîng bi xwe re anîn.

Pêvajoya aştiyê pêşî li welat vedike

Meseleya Kurd êdî gihîştiye asta herêmî û navneteweyî. Ne tenê li nava Kurdan li nava hemû pêkhateyên civakî pirsgirêk êdî hatin dîtin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, serxwebûna aboriyê bi çareseriya meseleya Kurd ve girêdayî ye. Ev yek tercîheke siyasî nîne, em vê yekê weke mecbûriyeteke hebûnê dibînin. Ders hene ku divê ji dema bihurî bêne derxistin. Em pêvajoya çareseriyê ya beriya niha bi berfirehî nîqaş dikin. Di vê mijarê de li ser mijarên ku em kêm mane rexnedayina xwe weke partî didin. Li gel hemû kêmasiyan, pêvajoya çareseriyê ya derbasbûyî baweriya civakî û baweriya bi avakirina demokrasiyê afirand. Ji aliyê aramiya aborî ve pêşketineke cidî çêbû. Me dît ku pêvajoya aştiyê pêşî li welêt vedike. Çareseriya pirsgirêka Kurd gelek firsendan bi xwe re tîne.”

Abdullah Ocalan ji sala 1993yan û vir ve li aştiyê digere

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç piştre axivî û li ser Mafê Hêviyê û serdema aştiyê ya gengaz nirxandineke hiqûqî kir. Dînç, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku ji ber polîtîkaya înkarê ya giran û nebûna azadiya îfadeyê têkoşîna çekdarî destpê kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1993yan û vir ve li aştiyê digere, hewl dide Tirkiyeyê bikişîne ser zemîna demokrasî û aştiyê, lê belê li hemberî vê yekê heta niha rêveberiyeke siyasî tunebû ku îradeya çareseriyê nîşan bide.

‘Tirkiye 11 sal in gavan navêje’

Mazlûm Dînç biryara li ser Mafê Hêviyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi bîr xist û got: “Dema ku mijar dibe Kurd an jî Abdullah Ocalan hiqûq bi cih nayê anîn. Lê belê niha ev bêhiqûqî li nava hemû beşên civakê belav bûye. Ev bêhiqûqî li dijî birêz Ocalan destpê kir û wê demê her kesî xwe bêdeng kir. Têkoşîna me dewam kir. Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin. Piştî Abdullah Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê bi navê ‘cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî’ hate danîn û bi vî rengî pêşî li ragirtina heta mirinê hate vekirin. Me li hemberî vê têkoşîn meşand û mijar gihand ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMMEyê jî di 18ê Adara 2018an de biryar da ku ev qanûn sûcê êşkenceyê ye. Lê belê Tirkiye 11 sal in gavan navêje.

Divê ji bo mafê hêviyê gav hatibûya avêtin lê hêj nehatiye avêtin

Piştî ku Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de qala mafê hêviyê kir, ev yek ket rojeva her kesî. Ya rast Bahçelî qala azadiyê kir. Ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe bang kiribû. Lê belê li gel ku Abdullah Ocalan bang kir jî li ser mafê hêviyê gavek hîn nehatiye avêtin. Bêyî ku bazariyeke siyasî bê kirin diviyabû ev gav bihata avêtin, lê hîn nehatiye avêtin.

Divê saziyên pêwendîdar bi berpirsyartî rabin

Abdullah Ocalan di banga xwe ya dawî de balê dikişîne ser, dibêje; ger ev pêvajo têk biçe wê windahiyên giran rû bidin. Ev pêvajoya ku Abdullah Ocalan bi înîsiyatîf rabûye, dibe ku şensê dawî be. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Pêvajoyeke ku her kes dikare berdêlên giran bide. Divê ev yek bê dîtin, înîsiyatîfa pêvajoyê ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Di bingeha meşandina vê pêvajoyê de azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji bo vê jî berpirsyariya Ewropayê jî heye. Li gel ku xwedî wan saziyan e ku dikare li hemberî bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan helwestê nîşan bide, me di vê mijarê de gavek nedît ku hat avêtin. Divê saziyên pêwendîdar bi berpirsyariyê rabin, ji bo demokratîkbûnê helwesteke teşwîqkirinê nîşan bidin.”

Rûniştin bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanMazlum Dînçpirsgirêka kurdTuncer BakirhanYekîtiya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne