• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Wê hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

Navenda Nûçeyan / AW

3 TÎRMEH 2025 - 17:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dê têkildarî pêvajoyê gavên girîng bên avêtin, li Herêma Federe ya Kurdistanê biryarên kongreyê bên cîbicîkirin û got: “Em ber bi qonaxeke bêhtir berpirsyartiyan bar dike û bêhtir pêwîstiya xwe bi gavên şênber û xurt heye ve diçin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî daxuyanî da.

Ayşegul Dogan bal kişand ser mijarên di MYKê de li ser hatiye axaftin û got ku ew li ser meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê axivîne û got: “Ji ber ku bêyî aştiyê Tirkiye nikare demokratîk bibe.”

Ayşegul Dogan da zanîn ku di civînê de li ser komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin axivîne û got: “Em dikarin bibêjin ku êdî nêz e em derbasî qonaxeke nû bibin. Dikarin qala çendek lingên vê qonaxa nû bikin. Yek ji wan komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin. Ev qonax, qonaxeke girîng e. Di vê mijarê de bendewarî û daxwaza civakê heye. Li ser vê komîsyonê li Meclisê jî konsensusek heye. Divê ev gav were xurtkirin. Amadekariyên hiqûqî dikarin bên xurtkirin û bi çendek amadekariyên yasayî bê bihêzkirin. Ji hêla mutebeqeta civakî ve anku ji hêla rewabûna civakî ve gelek girîng e. Lewma em dixwazin komîsyon bi sererastkirineke qanûnî were avakirin. Di rewşeke wiha de dê xebatên wê bibandortir û encamên wê bêhtir mayinde bin. Lewma me di serî de xwest ku rayeyên vê komîsyonê yên taybet hebin.”

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku weke partî ew qala aştiya civakî dikin, dixwazin xwe bigihînin hemû derdorên civakê, dema pêwîst kir divê bikare ji pisporan rapor û belge werin xwestin û divê mekanîzmayeke ku di dema biryardayinê de derdorên cuda yên civakî jî tê de cih bigirin wera avakirin.

Ayşegul Dogan got ku yek ji rêgeza sereke ya partiya wan piranîparêzî ye û wiha domand: “Lewma divê lingê wê yê civakî xurt be û mekanîzmaya di nava civakê de tê avakirin jî ev komîsyona jêr e. Ev formulasyon e dibe lê divê bi awayekî xwe bigihîne komîsyonê û were nirxandin. Ev bo me girîng e. Her wiha partiyên komên wan li Meclisê tune ne dikarin çi bikin, dikarin çawa bên tevlikirin û nêrîn û pêşniyarên wan jî ji bo komîsyonê girîng e.

Em derbasî qonaxeke nû dibin. Li gorî agahiyên bi me re hatine parvekirin, di hefteya pêş de dê çendek gavên dîrokî bên avêtin û em ê bi hev re şahidiya vê bikin. Her wiha têkildarî cih jî gelek gotin tên kirin. Derfeta me nîne em vê piştrast bikin. Dema aliyan daxuyanî dan dê ev zelal bibe. Gaveke dîrokî ya plankirî ku dê li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin. Ev gav jî dê li gorî cîbicîkirina biryarên kongreyê be.

Yek ji aktorên girîng ên pêvajoyê jî DEM Partî ye. Lewma amadekariyên me jî hene. Her çend li ber destê me agahiyên bisînor hebin û muxatabên yekser em nebin jî, em ê şahidiya geşedanên ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dîrokî bikin. Ev ne tenê şahidiyeke, her wiha berpirsyartî ye. Divê kesek li gorî qonaxa pêvajo gihaştiyê xwe sist neke. Em ber bi qonaxeke ku bêhtir berpirsyartiyê bar dike û pêwîstiya wê bi gavên şênber û xurt heye ve diçin. Lewma em dibêjin ku hêj Lijneya Giştî navber nedayî, hêj Meclisê navber nedayî xebatên xwe divê komîsyon bi lez û bez were avakirin û dest bi xebatên xwe bike.

Bersiva vê tenê bi zemîna siyasî û hiqûqî dibe. Li şûna terkexemiyê, divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bêhtir bixebite. Nexwe em ê ji bo mayindekirina pêvajoyê zehmetiyan bikişînin.”

Ayşegul Dogan piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ayşegul Dogan ji bo pirsa “Gelo dê beriya bêçekbûnê peyamek ji Ocalan were an na, dê li ku çek bên danîn” wiha got: “Em li bendê ne ku di hefteya pêş de li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a 27ê Sibatê û biryarên kongreyê guncav, gaveke dîrokî were avêtin. Ez nikarim bo we rojekê tam diyar bibêjim. Ev ne li gorî înîsiyatîfa me ye. Divê alî bi xwe aşkera bikin.”

Ayşegul Dogan da zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan, dê ev gav li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin lê bajar diyar nîne. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Tişta dikeve ser milê her du aliyan ew e ku rewşa bêpevçûyînê mayinde bibe, ji bo şer bi temamî bi dawî bibe û çek ji dewrê derkevin, tişta pêwîst bikin. Em li bendê ne ku birêz Ocalan di nava çendek rojan de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.”

Ayşegul Dogan ji bo îdiaya “Dê têkildarî berdana çekan toren were lidarxistin û dîmen bên parvekirin” jî got di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne û çavkaniyên wan agahiyeke wiha piştrast nekirine. Ji bo pirsa “Peyam dê bidîmen be yan na” jî Ayşegul Dogan anî ziman ku di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne lê ew dixwazin peyam bidîmen be.

Etîket: AyşegulDEM Partîpêvajoqonax
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne