• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Onder dê bigihêje xeyalên xwe

Mahmût Altintaş / AW

18 NÎSAN 2025 - 08:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan ku li nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin dimîne anî ziman ku li gor agahiyên bijîşkan di rewşa Sirri Sureyya Onder de başbûnek heye û got: “Xwesteka wî aştiyeke bi rûmet û mayinde ye. Em bi hevî ne ku bigihêje xeyalên xwe.”

Endamê şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serkokvekîlê meclisê Sirri Sureyya Onder di 15ê Nîsanê de qirîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku damara mezin (aort) a dilê wî çiriya ye. Sirri Sureyya Onder ku li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê ameliyat bû, tedawîya wî didome. Sirri Sureyya Onder piştî ameliyatê derxistin beşa lêneherîna awartê û 2 roj in tedawiya wî didome. Bijîşkên ku ameliyata Sirri Sureyya Onder kirin bi lêv kirin ku di rewşa Sirri Sureyya Onder de başbûnek heye û bersiv dide tedawiyê. Her wiha bişîkan destnîşan kir ku rewşa wî ya xeter jî berdewam dike.

Piştî Sirri Sureyya Onder anîn nexweşxaneyê Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partî û endamên partiyê jî hatin nexweşxaneyê û 2 rojin li nexweşxaneyê ne. Ji bilî DEM Partiyê, gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî jî serdana Sirri Sureyya Onder kirin. Ji Cigirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz heta Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş, serokên giştî yên CHPê, Partiya SAADETê, Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê serdana nexweşxaneyê kirin. Hemû derdor, partiyên siyasî û baweriyên cûda ji bo Sirri Sureyya Onder hatin nexweşxaneyê. Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan ku ji roja destpêke ve li nexweşxaneyê ye derbarê rewşa tendûristiya Sirri Sureyya Onder de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Başbûnek heye’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku li gor agahiyên bijîşkan, di rewşa tendûristiya Sirri Sureyya Onder de başbûnek heye û got: “Bijîşk kêlî bi kêlî rewşa Sirri Sureyya Onder dişopînin û me agahdar dikin. Li gor agahiyên bijîşkan, rewşa Sirri Sureyya Onder ber bi xirabiyê ve naçe. Operasyoneke gelek xeter derbas kir. Ew operasyon baş derbas bû. Bi rewşeke giran giha bû nexweşxaneyê. Guhertina demaran hatiyê kirin. Tişta ku bijîşk dibêjin jî rewş niha baş e. Em bi hevî ne. Em bi rêhevalê xwe bawerin ku hêz û keseyeta wî ya berxwedar wê vê nexweşiyê jî derbas bike. Tişta keça wî dibêjê em bi hêvî ne û dema ez bavê xwe re axivîm min wisa hîs kir ku wî ez bihîstim.”

‘Xwesteka wî aştiyeke bi rûmet û mayînde ye’

Ayşegul Dogan bal kişand ser xeyala Sirri Sureyya Onder a aştiyê û wiha dirêj kir: “Em dibêjin wê rabe û berdewam bike. Ji ber ku xwesteka wî aştiyeke bi rûmet û mayinde ye. Em bi hevî ne wê bigehejê xeyalên xwe. Ji bo hemû gel û baweriyan çareseriyeke demokratîk e. Ew jî kêdkarekî giranbûyê ji bo vê pêvajoyê. Em bawerin dê xwedî li keda xwe jî derbikeve. Ew qas kes ji bo wî li vir in û bi dilgermî duayan dikin. Em bi hêvî ne ew dua û hêvî wê encam bigrin.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku gelek partiyên siyasî serdana Sirri Sureyya Onder kirinê û wiha axivî: “Hemû beşên civakê, reng, bîr û baweriyên cûda li vir hatin cem hev. Hem ji bo Sirri Sureyya Onder û hem ji bo me piştgiriya xwe anîn ziman. Ew xwedî derketina pêvîstiya gelan jî derdixîne hole. Ew pêwîstî çi ye; hemû beşên civakê ne tenê di nexweşiyê de di xweşiyê de jî dikarin bi hev re bijîn û vê pêk bînin. Keseyetên weke Sirri Sureyya Onder ên aştîxwaz ji bo ku ew dîmenê bi hev re bûyîna civakê bi awayekî mayînde derkeve hole ditêkoşin û jiyana xwe didin ber çavan. Ew tiştek din jî nîşanî me dide. Heke em bixwazin û bi dil xwedî derbikevin dikarin vê yekê pêk bînin. Ez bawerim em ê bikarin pêk bînin. Sirri Sureyya Onder jî vê zahmetiyê jî derbas bike. Em bi hêvî ne û bawerin wê baş bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne