• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

Enqere/ Aw

6 HEZÎRAN 2026 - 13:52
Kategorî: ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku partiya wan li ser taslaxeke dixebite, bi partiyên siyasî re dê hevdîtinan bikin û wiha got: “Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gavan biavejin. Meclis û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser gelek mijarên di rojevê de ne û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîne û wiha got: “Paketa nû ya darazê jî hat gotobêjkirin. Geşedanên li Îranê darvekirinên pêk tên jî mijara me ya civînê bû. Yek jî mijara me ya civînê kongreya me bû.”

‘Divê zûtir gav bên avetin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku civak li benda aştî û demokrasiyê û ev tişt anî ziman : “Ew jî nîşan dide ku divê zûtir gav bên avetin. Dema em welatiyan re diaxivin jî welatî herî zêde meraqa xwe ya ji bo pêşerojê tînin ziman. Dibêjin divê çi dê bê kirin. Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê heta niha çarçoveya qanûnek pêk bihata. Heke li gor rapora komîsyonê gav bihata avetin ji bendewariya gel re jî dê bibûna bersiv. Di pêvajoyê de sistbûnek heye. Li ser vê yekê jî nîqaş tên kirin.”

‘Divê desthilat berpiryariyên xwe pêk bînê’

Ayşegul Dogan da zanîn ku ji bo sistbûna pêvajoyê derbas bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyaran kiriye û wiha pê de çû: “Hewldanên mezin ên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê çêbûn. Di hevdîtina dawî de jî birêz Ocalan qala nexşereyekê kiribû û gotibû divê bi awayekî hesas nêzî meseleyê bibin. Birêz Ocalan dibêje, li bendemayîn tenê xetereyan derdixînin. Her wiha berê jî gotibû divê em nehêlin pêvajo enfekte bibe. Ji bo pêvajo enfekte nebe divê gavên hiqûqî bên avetin. Ji bo wê jî hewcehî bi plansaziyeke heye û takvîmek divê bê diyarkirin. Lê gavên hiqûqî dê çi bibin ew jî bi qasî gavên hiqûqî girîng e. Weke DEM Partî çi berpirsyarî ket ser milê me pêk anî. Divê hemû alî jî berpirsyarên xwe bi cih bîne. Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gav biavejin. Meclis û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

‘Em ê bi partiyên din re jî hevdîtinan bikin’

Di axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo çarçoveya qanûnî amadekariyên wan jî hene û wiha axivî: “Divê qanûn aştiya civakî, jiyana bi hev re bûyî, wekhevî û demokrasiyê jî mîsoger bike. Aştî û demokrasî li hev nayên cudakirin. Hewcehî bi têkoşîneke hevpar jî heye. Heyeta me ya Îmraliyê û komîsyona me ya hiqûqê bi AKPê re jî li ser qanûnan hevdîtin kir. Em ê bi partiyên din re jî hevdîtin bikin. Em dixwazin bi konsensoseke çarçove qanûn werin meclisê û di meclisê de li ser mutabakateke qanûn bên çêkirin.”

‘Birêz Ocalan dixwaze bi kesên dixwazin rojnamegeriya aştiyê bikin re hevdîtin bike’

Ayşegul Dogan bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt vegot: “Birêz Ocalan beriya niha jî gotibû ew dixwaze bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinê bike. Birêz Ocalan aktorê serekê yê pêvajoyê ye û di pêşketina pêvajoyê de roleke mezin listiye. Nabe birêz Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe. Daxwaza birêz Ocalan ew ê ku yên dixwazin bandor li rojnamegeriya aştiyê bikin re hevdîtin bike. Em jî vê daxwazê ji raya giştî re parve dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derheqê kongreyê de got ku xebatên wan ên kongreyê berdewam dike û dîroka kongreyê hê ne diyar e.

Her wiha Ayşegul Dogan li ser pirsa hilbijartina nêz jî got ku pirsgirêka Kurd divê li gor berjewendiyên siyasî neyê nirxandin û diyar kir ku hilbijartin jî bibe divê pêvajo pêşve biçe û heke hilbijartinek bibe jî ew ji hilbijartinê re jî amade ne.

Etîket: Ayşegul DoganDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne