• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

Enqere / AW 

21 TEBAX 2025 - 15:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser qedexekirina axaftina bi kurdî ya Dayikên Aştiyê di komisyona meclise de û ev tişt got: ” Komîsyon divê di vê mijarê de berpirsiyariyê nîşan bide û zimanê kurdî wekî zimanekî fermî qebûl bike.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan piştî civîna MYKa DEM Partî derbarê geşedanên dawî û pêvajoyê li Navenda Giştî ya DEM Partî daxuyanî da û nirxandin kir.

Ayşegul Dogan bal kişand ser civînên Komîsyona Meclîse û bi lêv kir ku civînên vê hefeyê nîşan da ku welatiyên êşa vî şerî kişandinê aştiyê dixwazin.

‘Em qedexekirina bi kurdî şermezar dikin’

Ayşegul Dogan derbarê qedexekirina axaftina bi kurdî de jî wiha axivî: “Di civîna komîsyona dawî de, pirsgirêka axaftina bi kurdî rasterast derkete holê. Nezahat Teke, jineke ku keça xwe ya 19 salî di xwepêşandanekê de winda kiriye, xwest bi kurdî biaxive. Lê serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş hişyarî da ku divê bi Tirkî biaxive. Endamên me yên DEM Partiyê xwestin wergerê bikin, lê ev jî nehat qebûlkirin. Nezahat Teke got, ‘Em di sedsala 21’an de ne, lê ez nikarim bi kurdî xwe îfade bikim. Ev yek pir êşandim û dilşikim’. Ev rewş yek ji lingên vê pirsgirêkê ye: axaftina bi zimanê dayikê, pejirandina nasnameyê û neyê înkarkirin. Divê destura axaftina bi kurdî bihata dayîn. Em wekî DEM Partî, qedexeya axaftina bi kurdî şermezar dikin. Ev yek ne tenê pirsgirêka Nezahat Teke ye, lê pirsgirêka bi mîlyonan kesan e ku bi zimanê xwe yê dayikê nikarin xwe îfade bikin. Komîsyon divê di vê mijarê de berpirsiyariyê nîşan bide û zimanê kurdî wekî zimanekî fermî qebûl bike. Ev yek gaveke bingehîn e ji bo aştî û demokrasiyê.”

‘Divê Komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon, ji bo dawîkirina pevçûnan û çareseriyeke mayînde divê berpirsiyariyê hîs bike û bi taybetî birêz Ocalan guhdar bike. Birêz Ocalan bi banga xwe ya 27’ê Sibatê, peyama dîtbarî ya 9ê Tîrmehê û encama 11ê Tîrmehê nîşan da ku di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze. Divê komîsyon vê hêza rêbertiyê bihesibîne û wî guhdar bike. Ev ne tenê daxwaza me ye, lê belê berpirsiyariya hemû aliyan e. Ji bo çareseriya pirsgirêkeke sedsalî, divê em bi cesaret tevbigerin û hemû aliyan têxin nav vê pêvajoyê. Em dibêjin divê Birêz Ocalan were guhdarîkirin. Ev dikare bi rêya çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê an jî bi rêyên din ên guncav pêk were. Girîng e ku ev yek bi awayekî zelal û eşkere were kirin. Em ê van pêşniyaran di nav komîsyonê de bi israr bixin rojevê û bi hemû aliyan re nîqaş bikin.”

‘Divê Tirkiyeyê li Sûriyeyê roleke avakar bilîze’

Ayşegul Dogan derbarê pirsa li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Me hefteya borî jî gotibû. Tiştê ku divê li Sûriyeyê bê kirin, ew e ku Tirkiye li Sûriyeyê roleke avaker bilîze. Ev e hêvî. Ne astengî, lê pêşdebirin. Ji ber ku ger Tirkîye modela xwe bi serkeftî bi cih bîne, ev ê bandorên herêmî jî hebin. Me ev yek berê, di dema damezrandina Herêma kurdîstanê ya Iraqê de, gelek nîqaş kiribû. Em behsa destpêka Herêma kurdîstanê ya Iraqê dikin, li wir hebûna kurdan an statûya kurdan. Ev ji bo Tirkîyeyê metirsî ye, rîsk e, an firsend e? Gelek hat nîqaşkirin. Êdî em li ser van dubareyan neçin. Diyar bû ku ev ne metirsî ye. Divê nêrîna li ser meseleya Sûriyeyê jî nêrîneke wiha stratejîk be. Dewlet jî divê bi vî rengî nêzî vê mijarê bibe. Biryara ku bê dayîn, divê biryareke stratejîk be.”

Etîket: AyşegulDEM PartîKurdîqedexe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne