• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Amadekariya kongreya me dest pê kir

Enqere / AW

25 NÎSAN 2026 - 14:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku yek ji rojeva sereke ya civîna partiya wan kongre bû û wiha axivî: “Amadekariyên me yên kongreyê dest pê kir. Roj hê diyar nîn e lê di meha Îlon an Cotmehê de em ê kongreya xwe li dar bixin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan anî ziman ku civîna Desteya Rêveberiya Navendî berdewam dike û derbarê rojeva civînê de ev yek got: “”Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, merhaleya em gehiştinê rojeva sereke ya civîna me ye. Geşedanên di doza Gulistan Doku, êrişên li ser dibistanan û krîza aborî di rojeva civîna me de bûn. Yek jî rojeva me ji nûve avakirina partiya û kongre û konferans jî mijara civîna me ye.”

Çalakiya karkeran

Ayşegul Dogan derbarê çalakiya karkerên madenê ku li Enqereyê ji bo bidestxistina heqdestê dane destpêkirin de jî bi lêv kir ku karker li dijî neheqiyê heta Enqereyê hatine û got: “Karkeran xwest li ber Wezareta Enerjiyê dengê xwe bilind bikin lê ji aliyê polîsan ve rastî dorpêç û binçavkirinê hatin. Lê karkeran bi paş ve gav neavêt. Karker mafên xwe dixwazin. Karker 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê daxwazên karkeran werin bicihanîn û heqdestê wan bê dayîn. Em ê heta dawiyê li cem karkeran bin.”

Dosyeya Gulistan Doku û avakirina komîsyona lêkolîna bûyerên faîl nediyar

Ayşegul Dogan diyar kir ku dosye û lêpirsîna doza Gulistan Doku û avakirina komîsyona lêkolînê ya faîl nediyar jî rojeva civîna wan bûye û axaftina xwe wiha domand: “”Bi saya têkoşîna hevpar rastiyên ku nikaribûn ser bigirin derdikevin holê. Malbat û rêxitinên jinan bi salane ji bo edaletê têdikoşin. Lê derket holê ku saziyên dewletê ne ji bo derxistina rastiyê ji bo veşartina sûc xebitî ne. Di bin banê Wezareta Dadê de lêkolînkirina bûyerên faîl nediyar hat avakirin. Ev tiştekî erênî ye. Me jî her tim anî ziman divê sûc werin eşkerekirin û hevrûbûnek pêk were. Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê anîn. Lê divê em vê jî bipirsin; Ev komîsyon dê çawa kar bike? Ji bo wê jî divê ev komîsyon ji bo pêkanîna edaletê bixebite û li gorî hiqûqê tevbigere. Her wiha divê ev komîsyon ji pêşniyar û kontrolê ya baro, rêxistinên jin û mafên mirovan re jî vekirî be. Her wiha bi beşdariya saziyên mafên mirovan li Meclîsê jî komîsyonek dikare bê avakirin.”

Ayşegul Dogan bal kişand êrişên li ser dibistanên ên li Sêwereg û Mereşê û got ku ew dê raporeke jî li ser mijarê bi raya giştî re parve bikin.

DEM Partî dê dest bi civînên gel bike

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civînên wan ên bi gel re dê bidomin û wiha got: “Di meha Gulanê de li Anatoliyaya Navîn, Amed û gelek bajaran bi beşdariya hevserokên me yên giştî em ê civînên gel li dar bixin û di civînan de li ser rêxistinê û siberoja xebatên xwe nîqaş bikin.”

‘Amedekariya kongreyê dest pê kir’

Ayşegul Dogan derbarê rojeva kongreyê de jî da zanîn ku amadekariyên wan ên kongreyê dest pê kiriye û got: “Ji bo roja kongreyê diyar bibe nîqaşên me didomin. Em ê amadekariyên xwe yên kongreyê bi konferansan li her bajarî li dar bixînin û nîqaş bikin û pêşniyaran bigirin. Em ê kongreya xwe jî di meha Îlonê an jî Cotmehê de li dar bixînin. Dema roj diyar bû em ê bi raya giştî re jî parve bikin. Lê amadekariya me ya kongreyê dest pê kir”

‘Divê gav zûtir bên avêtin’

Ayşegul Dogan anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û wiha got: “Ji ber ku avêtina gavan derengiyê tê hiştin, nîqaşên pêvajoyê xitimînê heye. Lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê em hemû bi hev re têbikoşin. Lê divê gav zûtir bên avêtin. Banga birêz Abdullah Ocalan pir girîng bû, me gelek caran jî girîngiya avêtina gavan ji aliyê qanûnî ve destnîşan kir. Li herêmê geşedanên girîng diqewimin ji bo wê divê em vê firsendê baş bikar bînin.”

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne