• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Aşitî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina mafê ziman pêkan e’

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÎLON 2025 - 12:15
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Enqere – Hevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Îlknur Birolê tekildarî serdema nû ya perwerdehiyê anî ziman ku di pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de newekheviya çînî û netewî heye û got: “Aştî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina mafê ziman pêkan e.”

Komîsyona Perwerdehî, Komîsyona Zarokan û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tekildarî serdema nû ya perwerdehiyê û pirsgirêkên têkildarî perwerdehiyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemile Turhalli bi zaravayê Kirmanckî axivî. Pişt re jî metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrolê ve hat xwendin.

Îlknur Bîrolê bi lêv kir ku dema pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi giştî tê nirxandin tabloyeke nexweş heye û wiha got: “Pirsgirêkên Bingehîn, nereşîtî û newekhevî ye. Di perwerdehiyê de newekheviyên çînî û nasnameyî hene. Di serdema AKPê de ev newekhevî zêdetir bûne. Perwerdehî ne ji bo azadbûn û pêşketina zarokan, lê ji bo berjewendiyên desthilatdariyê û sermayeyê hatiye sazkirin. Keda zarokan û bazara kar, bi formula 4+4+4an, zarok di temenekî biçûk de ber bi bazara kar ve tên dehfdan. Ev yek keda zarokan tune dike û wan bi metirsiyên kar re rû bi rû dihêle. Dibistan nikarin bibin çavkaniya keda sermayeyê. Herwiha xizaniya zarokan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Li gorî daneyên Odeya Bijîşkan a Enqereyê, di 7 salên dawî de hejmara zarokên ku hewcedariyên wan ên bingehîn nayên peydakirin %40 zêde bûye. Zarokên ku bi têra xwe xwarinê naxwin, bi nexweşiyên wekî skorbût, bêxwînî û raşîtîzmê dikevin. Divê xwarina beleş li dibistanan were belavkirin.”

‘Bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in’

Di berdewama axaftina xwe de Îlknur Bîrolê da zanîn ku li Tirkiyeyê bi mîlyonan zarok ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in û wiha pê de çû: “Milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Ev yek ne tenê windakirina ziman, di heman demê de zirarên derûnî, civakî û çandî jî dide zarokan. Aştî û guhertinên demokratîk bi misogerkirina vî mafî pêkan e. Em wekî DEM Partî perwerdehiyeke wekhev, azad, tendurist û ewle ya ji bo zarokan têkoşîna xwe didomînin. Em perwerdehiyeke demokratîk, laîk, zanistî, zayend-azad û ekolojîk diparêzin. Divê sîstema perwerdehiyê li gorî berjewendiyên zarokan were avakirin, ne li gorî desthilatdarî û sermayeyê. Ji bo hemû zarok, ciwan, kedkarên perwerdehiyê û malbatan, em saleke tijî hêvî dikin û hevkariyê dixwazin.”

Etîket: cemîle TurhalliHevberdevka Komîsyona Polîtikayên Perwerdehiyê ya DEM PartiyêÎlknûr BîrolPerwerdeya Zimanê ZikmakîSerdema Perwerdeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026
Konferansa Yekitiyê: Divê desthilat statuya Kurdan qebûl bikin

Konferansa Yekitiyê: Divê desthilat statuya Kurdan qebûl bikin

26 TÎRMEH 2025
‘Em vegerin gundê xwe’

‘Em vegerin gundê xwe’

15 HEZÎRAN 2025
‘Wa nijadperestî kurdan ra ozrê xo biwazê û kurdkî zî ganî bibo wayîrê statuyî’

Turhalli û Dilbihar: Pegasusê bêrêzî li zimanê Kurdî kiriye

13 HEZÎRAN 2025
Ji zarokan re pirtûka Repertuara Stranbêjiyê hatin şandin

Ji zarokan re pirtûka Repertuara Stranbêjiyê hatin şandin

9 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne