• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Apoletên duh îro jî li ser kar in’

Lezgîn Akdenîz / AW

11 COTMEH 2025 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Serdar Altan bal kişand ser zimanê medyaya Tirk a êrişkar û got: “Armanca medyaya Tirk ew e ku pêvajo têk biçe. Beriya 1990î bi apolet bû piştî 2000î ket destê AKPê û dest guherî. Lê feraset nehat guhertin.” 

Medyaya hawiz û desthilatdar bi salan e li şûna bibe dengê civak û heqîqetê, her tim dibe dengê desthilatê û propaganda desthilatê dike. Di salên 1990î de di bin fermana artêşê de weşan dikir, lê niha di bin desthilatiya AKPê de weşanê dike û heqîqet û rastiyan berovajî dike. Bêtir şer sor dike û xizmeta şer dike. Rojnameya Sozcu, Halk TV, NOW TV, SZC TV, Tele1, CNN TV û  gelek rojname û televîzyonên din şer sor dikin û êriş dikin.

‘Tenê çapemeniya azad xwe li ser piyan girt’

Rojnameger Serdar Altan derheqê vî zimanê êrişkar yê medyaya Tirk de bertekên xwe nîşan da û got: “Li Tirkiyeyê zimanê medya û rojnamegeriya Tirk û yên bi giştî tên temaşekirin bi taybetî di meseleya Kurd de her tim bi pirsgirêk e. Di salên 1990î de dîsa bi heman şêwazî nêzîk dibûn. Hem rastî berovajî dikirin û hem jî ji meselê dûr disekinin. Ji bo dewlet ji wan re pirsgirêkan dernexe, wek perçeyekî dewletê xwe dihesibandin û wek dijminê Kurdan tevdigeriyan. Piştî salên 2000î, dema AKP hat ser desthilatê vê carê medyaya Tirk veguherî aliyê AKPê. Ew meydaya ku me berê jê re digot medyaya bi apolet wek beşekî artêşê, êdî bi serdema AKPê re bû aligirê AKPê. Dîsa dijminahiya Kurdan dikir, dîsa wek beşeke artêşê tevdigeriya. Lê beriya AKPê rewşa medya û rojnamegeriyê cuda bu, lê AKPê rojnamegerî kuşt. Rewşeke wisa avakir ku rojnamegerek ne dixwaze vî karî bike ne jî pirsgirêkên gel bîne rojevê. Tenê li hember vê yekê çapemeniya azad derket, xwe li ser piya girt. Di salên 90î de jî û di serdema AKPê de jî rojnamevanên Kurd ji bo rihê rojnamegeriyê têkoşîneke bêhempa dan meşandin.”

‘Mebest dijminahiya Kurdan e’

Serdar Altan diyar kir ku dema mirov îro lê dinêre, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tu guhertin di medyaya Tirk de çênebûye û got: “Medyaya nêzî AKPê di destpêkê de bi zimanekî êrişkar gel aciz dikir û êrişî nirxên gel dikir. Lê di van deman de hinekî zimanê xwe rast kiriye. Medyaya nêzî muxalefetê, yên ji xwe re dibêjin Kemalîst, nêzî CHPê, an jî yên nîjadperest bi zimanê xwe yê êrişkar derdikevin pêş. Rojnameya Sozcuyê serkêşiya vê yekê dike. Di vî warî de wek rojnameya Hurriyet a salên 1990î tevdigere. Dîsa mebest yek e. Dijminahiya Kurdan, tevgera azadiyê û her wiha dijberiya aştiyê ye. Di eslê xwe de tu guhertin di medyaya Tirk de çênebûye. Ev zimanê medyaya Tirk hêza ku aliyê gelê Kurd û kesên dixwazin aştiyê bînin xirab dike. Ev nêzîkatî, sekna wan û nuçeyên ku çêdikin zirarê dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ne tenê gelê Kurd li Tirkiyeyê jî kesên dixwazin êdî xwîn nerije ji vî zimanê aciz dibin.”

‘Tişta ku ji bo feyda civakê be mirov jê re muxalefetê nake’

Rojnameger Serdar Altan bal kişand ser medyaya muxalefetê û dijberiya wê ya li hember pêvajoyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet muxalefet û dijberiyek li hember hikumeta AKP û MHPê heye. Lê ji vê mixalefetê re pîvanek pêwîst e. Tişta ku feyda civakê be mirov jê re muxalefetê nake. Mirov dikare bêje di navbera Tevgera Azadiyê û hikumeta Tirk de hevditîn û mizakereyek dimeşe. Lê siyaseta Kurd hê jî mixalefeta xwe dimeşîne. Ne li ser esasê xirabkirina pêvajoyê, li ser esasê ku pêvajo baştir û xurtir bi rêve here dimeşîne. Armanca medyaya mixalefetê û medyaya Tirk pêvajo têk biçe û gelê Kurd zirarê bibîne. Her wiha êrişkariyek li ser tevgera azadiyê dikin. Ozgur Ozel û CHPê anîn ziman û gotin ku em dijberiya vê pêvajoyê nakin û divê zimanê medyaya wan jî ev yek be. Mirov dikare bibêje êdî kes ji wan bawer nake û li hember wan bertekek heye. Taybetî civaka Kurd li dijî vê rewşê bertek nîşan dide. Çapemeniya azad jî ji bo hewldan û nêzikatiyan wan vala derxîne çi ji destê wan were dike. Lê dibê xurtir em li ser bisekinin. Li hember vî zimanî, çapemeniya azad û civak divê helwestekê nîşan bide û vî zimanê tuj, tund têk bibe da ku ev ziman sernekeve.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne