• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amedspor ber bi Lîga Super ve diçe HATE NÛKIRIN

Amed / AW

26 NÎSAN 2026 - 18:45
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amedspor li sehaya xwe bi Bodrûmsporê re  hat hemberî hev û maç bi 1-1 encam bû. Amedspor puanek din wergirt û li gorî hefteya bihûrî ji bo derkeve Lîga Superê avantajek din bi dest xist.

Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Bodrûmspor di hefteya 37emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.  Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maç dest pê bike li stadê cihê xwe girtin û dirûşmên “Kîne em Kurd in em”, “Kesk Sor Şampiyon Amedspor” berz kirin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Ji Zaxo bigire heta Afrîkayê ji bajarên bakurê Kurdistanê bigire heta bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran alîgir hatibûn stadê. Amedspor û Bodrûmspor bi pankarta “Em aşiqî fûtbolê ne li dijî çêra ne” derketin sehayê.

Amedspor ku bi lez dest bi maçê kir gelek pozîsyon dîtin. Lê nekarî golê biavêje. Di deqîqeya 5an de lîstikvanê Bodrûmsporû Alî Aytemûr faûl kir û hakemê maçê qertê sor nîşanda û ji lîstikê derxist. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin.

Di maçê de her du tîman jî pozîsyonên golê dîtin lê nekarîn biavêjin û beşa maçê ya ewil 0 û 0 bi dawî bû.

Bi destpêkirina maçê ya beşa duyemîn Amedsporê jî û Bodrûmsporê jî pozîsyonên girîng dîtin. Dû re di deqîqeya 64an de bi asîsta Dîa Saba Danîel Moreno gol avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Bodrûmsporê. Alîgiran bê rawestan piştgiriya tîma xwe kirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Şampiyon Amed” berz kirin.

Dû re Amedsporê çend pozîsyonên bi bandor dîtin lê nekarî goleke din biavêje. 90 deqîqe bi skora 1 û 0 bi dawî bû û hakeman 5 deqîqe li maçê zêde kirin. Ber bi dawîbûnê ve lîstikvanê Bodrûmsporê Îsmaîl Tarim di deqîqeya 94an de gol avêt û skor bû 1 û 1. Maç bi vê skorê bi dawî bû.

Sariyersporê, Erokspora ku hevrika Amedsporê ye û di rêza duyemîn de bû 1-0 têk çû. Ev yek jî şansê Amedsporê ya ji bo biçe Lîga Superê li gorî hefteya bihûrî avantaja wê zêdetir bû.

Amedspor dê di 2yê Gulanê de bi Îdirsporê re li sehaya wê maça dawî ya sezonê bilîze. Erokspor jî dê li sehaya xwe bi Pendîksporê re bilîze.

Etîket: AmedAmedsporBodrumspormaçwekhev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne