• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedsporê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn

Amed / AW

20 ÎLON 2026 - 22:29
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Di hefteya 6emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn. 
Di hefteya 6emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Beşîktaş li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maçê ketin stadê.
Beriya maç dest pê bike alîgiran dirûşmên “Şampiyon Amed”, “Amed Amed”, “Kîne em, Kurd in em” berz kirin. Alîgirên ku lambeyên telefonên xwe vekirin û stran gotin, sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin. Her wiha li stadê stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin.
Amedsporê zû dest bi maçê kir û di deqîqeya 13an de lîstikvanê wê Gîft Emanuel Orban gol avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Beşîktaşê.
Amed di deqîqeya 21an de 2 û 0 ket pêş
Dema deqîqe bû 21 û alîgirên Amedsporê lambeyên telefonên xwe bi hev re vêxistin Dîa Saba goleke din avêt û skor bû 2 û 0.
Amedsporê dû re çend pozîsyonên golê bi dest xistin lê nekarî bike gol. Hakemê maçê 3 deqîqe li 45 deqîqeyên beşa ewil a maçê zêdekirin. Di van 3 deqîqeyan de jî tu gol nehatin avêtin û beşa ewil a maçê 2 û 0 bi dawî bû.
Di navbera maçê de alîgirên Amedê li ber stranan al û stûmalên xwe hejandin û govend gerandin.
Bi destpêkirina beşa duyemîn Beşîktaşê lîstikeke bi bandor lîst û di encama wê de lîstikvanê wê Dusan Vlahovic di deqîqeya 55an de gol avêt û skor bû 2 û 1.
Dû re tenê piştî 4 deqîqeyan di deqîqeya 59an de lîstikvanê Amedsporê Fûrkan Soyalp gol avêt û skor bû 3 û 1.
Alîgirên Amedsporê di tevahiya maçê de dirûşm berz kirin piştgiriya tîma xwe kirin. Amesporê di beşa duyemîn a maçê de çend pozîsyonên golê bidestxistin lê nekarî golan biavêje.
Alîgiran bertek nîşanî hakemî dan 
Hakemê maçê di deqîqeya 84an de qertê duyemîn ê zer da lîstikvanê Amedsporê Amudo Cisse ji lîstikê derxist. Dû re hakemî di deqîqeya 98an de penaltiyek da Beşîktaşê. Orkûn Kokçu ku penalti bikaranî kir gol û skor bû 3 û 2.
Tevî hakemî maç ji di dema wê de neqedand û dirêj kir jî Beşîktaşê nekarî tu golên din biavêje û maç 3 û 2 xelas bû. Tevî gelek biryarên hakemî yên li dijî Amedsporê jî Amedsporê maç qezanç kir. Alîgiran di tevahiya maçê de bertek nîşanî biryarên hakemî dan.
Piştî maç qediya alîgiran sirûda “Dîren Ha Diyarbekir Dîren” berz kirin û bi lîstikvanan re encam pîroz kirin.
Kes nikare li sehaya Amedsporê wê têk bibe 
Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe kir 13 û di lîgê de derket rêza yekemîn. Amedspor 26 maç in li sehaya xwe têk naçe.
Ji ber navbera tîmên netewî ya serdema 2026-2027an wê di lîgê de ji 21ê Îlonê heta 6ê Cotmehê maç neyên lîstin. Ji ber vê yekê Amedsporê dê di 10ê Cotmehê de saet di 13.30an de li Enqereyê bi tîma Gençlerbîrlîgiyê re bilîze.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne