• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amed ji bo Newroza dîrokî amade ye

Onder Akbulut / AW

20 ADAR 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Sultan Yaray da zanîn ku xebatên ji bo amadekariya Newroza dîrokî didomin û got: “Amed ji bo Newroza dîrokî amade ye.”

Newroza îsal di bin siya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê bi coş û kelecaneke mezin berdewam dikin. Agir û pîrozbahiyên Newrozê li her deverê Kurdistanê belav bûye. Yek ji navenda van pîrozbahiyan ku çavê hemû raya giştî ya cîhanê li serê ye; Amed e. Li bendê ye ku îsal dîsa Amedê şahidi û mazûvaniya Newrozek dîrokî bike. Tê payîn ku zêdetirî milyonek kes beşdarî Newroza Amedê bibin.

Mêvan hatine vexwendin 

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re vexwendnameyên Newrozê şandin e ji bo mêvanan. Her wiha li bendê ye ku gelek siyasetmedarên û rewşenbîr wek mêvan û protokol tev li pîrozbahiyê bibin. Li aliyê din hat zanîn ku nêzî 600 rojnamgerî ji bo şopandina Newroza Amedê ji bo akredîtasyonê serî li DEM Partiyê dan e.

Bi rojane amadekariyên li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê jî berdewam dikin. Amadekariyên li qadê ber bi dawiyê ve diçin û Amed sibê xwe ji rojek nû û dîrokî re amade dike.

‘Amed bajarê Newrozê ye’

Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray têkildarî xebatên amadekariya Newrozê axivî û banga beşdariya pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê kir.

Sultan Yaray bi lêv kir ku berî her tiştî ew Cejna Newrozê li hemû kesên aştîxwaz, gelên bindest pîroz dikin û got: “Em wek komîteya amadekar xebatên xwe didomînin. Me heta niha serdana bi sedan gund û taxan kiriye. Me belavok balev kirin, me li gelek deverên bajêr xemilandiye û Amedê kiriye bajarê Newrozê. Li Qada Newrozê jî amadekariyên me temam dibin. Ji bo ewlehiyê jî me bi sedan kes peywîrdar kirin e. Dê îro jî erebeyên anonsê li nav bajêr bigerin, gel vexwînin Newrozê. Li gund û taxan, li bajarên nêzî Amedê rêxistinên me dê erebeyan eyar bikin da ku welatî dikaribin bên Newrozê.”

‘Gel herî zêde meraq peyama Abdullah Ocalan dike’

Sultan Yaray da zanîn ku di xebatên Newroza îsal de gel herî zêde dipirse ka peyam an jî dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye yan na û wiha berdewam kir: “Gel herî zêde meraqa peyamek ji birêz Abdullah Ocalan dike. Em Gelek kes dixwazin ku dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe, heta gelek kes dibêjin gere êdî bi awayekî fîzîkî azad bibe û tevî Newrozê bibe. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gel de kelecaneke mezin çêkiriye. Ez bawerim dê tevlibûn jî li gor wê xurt be. Em vê Newrozê li Kawayê Hemdem û birêz Abdullah Ocalan ku mîmarê aştiyê ye pîroz dikin. Em silavên xwe jê re dişînin. Ev rêya ku nîşanî me daye, rêya herî demokratîk û adilane ye. Lewma jî daxwaza me, ya gel ya herî mezin ew e ku êdî ev tecrîd rabe, birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

‘Werin bi hev re em agirê azadî û aştiyê geş bikin’

Sultan Yaray herî dawî bang beşdariya pîrozbahiya Newroza dîrokî li gel kir û got: “ “Banga me ji gelê me re ew e ku her kes bi ruhê neteweyî, bi cil û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê tijî bikin. Bi taybetî banga me ji bo jin û ciwanan e, gere ew pêşengtiyê bikin. Hemû kesên ku dibêjin êdî bes e ji bindestiyê re, li çareseriyê digerin werin bi hev re em agirê azadî û aştiyê geş bikin, dengê xwe bigihînin cîhanê.”

Etîket: AmedNewrozNewroza2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne