• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

Navenda Nûçeyan / AW

8 HEZÎRAN 2026 - 13:19
Kategorî: ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed û Enqereyê, têkildarî girtiya siyasî Seda Baykan ku di greva birçîbûnê de ye, daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku mafê jiyanê ya Seda Baykan tê binpêkirin û ji ber greva birçîbûnê tenduristiya wê ne baş e.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed û Enqereyê têkildarî girtiya siyasî Seda Baykan a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ragirtiyê û ji 1ê Nîsanê vir ve di greva birçîbûnê de ye li avahiyên xwe bi awayekî hemwext civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveber û endamên ÎHDê, Malbata Seda Baykan û gelek kes tev li civînê bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku divê mafên girtiyan di çarçoveya ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê ve hatine destnîşankirin werin dabînkirin û divê girtî neçar nebin ku serî li vê rêyê bidin.

‘Seda Baykan di nav mehekê de 12 kîlo winda kirine’

Piştî civînê Hevseroka Şaxa ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ew daxuyaniya me têkildarî rewşa girtî Seda Baykan a ku di 1ê Nîsanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye ye. Zor û zexteke li ser girtiyên di hepsê de têne kirin hene. Daxwaza me ew e ku Seda Baykan sewqî hefseke nêzî malbata wê bê kirin. Bila malbata wê bikare wê bibîne. Ev daxwazên wê hene. Ev daxwazên wê nayên pêkanîn. Di nava hepsê de jî û odeyeke yekkesî de dimîne. Zext û zorî li ser Seda Baykan tê kirin. Em jî dixwazin dengê wê bilind bikin. Ji bo ku Wezîrê Navxweyî û yê Edaletê dengê wê bibihîse, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em jî wekî Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku piştgiriya Seda Baykan bikin û dengê wê bigihînin wezîrê Edaletê me ev daxuyanî da. Seda Baykan di meha yekemîn de 12 kîlo winda kirine. Şert û mercên ku tê de dijî, ne şertên mirov qebûl bike ne.”

Enqere

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî derbarê heman mijarê de li navenda xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên sîvil û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endemê lijneya rêverberiya şaxa ÎHDê ya Enqereyê Bariş Barişik ve hat xwend.

Bariş Barişik anî ziman ku divê sepanên tecrîdê bi dawî bibin û wiha got: “Seda Baykan ku di Girtîgeha Girtî ya Amedê de tê ragirtin ji 1ê Nîsanê 2026an vir ve ji ber bin pêkirinên mafê mirovan û daxwaza girtîgeheke nêzî malbatê bimîne dest bi greva birçîbûne kiriye. Seda Baykan ew 4 sal in bi tenê di odayeke de dimîne û di bin tecrîdê de ye. Ji aliyê komaleyeya me ve ji bo çareseriya vê serîlêdana Serdozgeriya Komerê ya Amadê hatiyê kirin. Lê tu encam nehate girtin. Parêzerê me di Girtigeha Girtî ya Jinan a Amadê de Sema Bayhan re hevdîtin pêk anî. Li gorî gotina wê ew ji despêkirina greva birçibûne vir ve 12 kîlo daye. Daxwaza wê ya sewkê tê astengkirin. Sepanên weke tecrîdê li ser derûniya girtiyan encamên neyînî derdixe holê.”

‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’

Bariş Barişik diyar kir ku li mafên bingehîn ên girtiyan tê binpêkirin û wiha axivî: “Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê lê sepanên di girtigehan de pêk tên li dijî madeyên 2 û 3an e. Di girtigehan de Mafên mirovan ên jiyanê tên binpêkirin. Şert û mercên girtiyan başkirin di berpirsiyariya dewletê de ye. Di girtîgehan de ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan encama herî dawî greva birçîbûnê ye. Greva birçîbûnê ya Seda Baykan rewşa tenduristiya wê her diçe girantir dike. Ji bo tendûristiya wê bi awayekî baş bê şopandin divê di bin çavdêriya bîjîjkan de be. Em bang ji berpirsyaran dikin ku sepanên tecrîdê bi dawî bikin û daxwaza Seda Baykan bi cih bînin. Em ê şopdarê vê mijarê bibin.”

Etîket: greva birçîbûnêSeda Baykan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

9 HEZÎRAN 2026
Rejîma Îranê 5 girtiyên din bi darve kir

Rejîma Îranê 4 girtî darve kirin: Jiyana 6 girtiyên siyasî di metirsiyê de ye

26 GULAN 2026
Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

19 GULAN 2026
Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

27 NÎSAN 2026
Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

22 NÎSAN 2026
Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne