• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktîvîstên TJAyê: Divê êdî birêz Ocalan di nav gel de be

Bilal Guldem / AW

6 ADAR 2025 - 08:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Aktîvîstên TJAyê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û destnîşan kirin ku banga dîrokî beriya 8ê Adarê deriyek nû da vekirin û gotin: “Divê êdî birêz Abdullah Ocalan di nav gel de pêvajoyê bi rê ve bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê û cîhanê kir. Piştre PKKê jî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî û agirbestê radigihîne. Bi vî awayî pêvajoy guhertin û veguhertinê dest pê kir. Ji hemû beşên civakî piştevaniya ji bo banga dîrokî berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî piştgiriyê banga dîrokî dikin û ji bo pêvajoyê zend û bendên xwe dipêçin.

Aktîvîstên TJAyê diyar kirin ku ev pêvajoyek nû ye û divê her kes li gorî vê berpirsiyariyê bi rol û rista xwe rabe û divê gel bi awayek lez û bez were agahdarkirin û siyaseta demokratîk pêvajoyê bi gel bide famkirin.

‘Rêya gerdûnê ronî dike’

Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê û aktîvîsta TJAyê Hasîbe Yazdik diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî pir bi qedr û qîmet e û got: “Jixwe Rêberê Gelê Kurd bi salan bû digot ez dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim. Her ku banga çareserkirina pirsgirêka Kurd li desthilatê û dewletê kir jî lê desthilat û dewletê nexwest çareser bike. Çimkî şer bêtir li hesabê desthilatê dihat ji bo ku desthilata xwe bidomîne. Lê hatin rewşek wisa ku êdî dîtin ku mesele wisa bi rê ve naçe. Dixwestin hemû destkeftiyên Kurdan bi wan bidin windakirin lê bi ser neketin.” Hasîbe Yazdik da zanîn ku ev bang ji bo hemû gelê Kurd û Tirk, hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye û wiha got: “Ev paradîgma wê rêya hemû civakê û gerdûnê ronî bike.”

Hasîbe Yazdik anî ziman ku ew bi her awayî li pişta vê pêvajoyê ne û di her kêliyê de piştgirên pêvajoyê ne. Hasîbe Yazdik destnîşan kir ku ew wek jinan li piştgirên pêvajoyê ne û got: “Hestên ku di nav civaka me de peyda bûye û belav bûye tê wê maneyê ku li pişt rêxistina xwe ne û bi dil û can girêdayî rêxistina xwe ne.”

Hasîbe Yazdik anî ziman ku ev pêvajek dawîanînê nîn e, ev pêvajo hê destpêkek nû ye û wiha axivî: “Pêvajoyek nû û xwejinûve afirandinê ye. Em li pey daxwaz û armancên xwe bimeşin. Em ê têkoşîna xwe zêdetir û berfirehtir bikin. Bila gelê me bi hêvî û bawer be. Em her dem bi rêxistin, Rêberê Gelê Kurd û siyaseta xwe bawer bin. Em hêvîdar in em ê vê pêvajoyê bigihînin armanca wê û serkeftinê.”

‘Divê hikûmet bi ciddiyet nêz bibe’

Hasîbe Yazdik bi bîr xist ku heta îro xwedîgiravê “terorê” didan pêşiya gelê Kurd lê vaye Rêberê Gelê Kurd û rêxistinê gavên xwe avêtin û pirr ji dil in û got: “Lê îro ji niha pê ve bar hemû dikeve ser milê dewletê û hikûmetê. Divê hikûmet jî jidil û bi cidiyetê gavan biavêje û bi rol û rista xwe rabin.”

‘Divê êdî dewlet îradeya xwe deyne holê’

Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen jî destnîşan kir ku beriya 8ê Adarê ev bang ji bo jinan û hemû kesî deriyek nû vekir û wiha got: “Ev bang jî wek firsendekê ye ku li pêşiya jinan e. Ji bo birêvebirina pêvajoyê divê em jin hin bêtir bixebitin û bi hêztir bibin. Bi vê pêngavê re divê civak rêxistinbûna xwe zêdetir bike û xwedî li pêvajoyê derkeve. Ji îro pê ve kar û bar dikeve ser milê dewletê. Ka her kes li bendê ye ku wê dewlet çi gavan biavêje. Divê dewlet rê li ber zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî veke. Divê dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gav biavêje. Êdî çavê her kesî li dewletê ye û divê îradeya xwe deyne holê.”

‘Êdî divê dewlet gavan biavêje’

Hulya Alokmen anî ziman ku divê siyaseta demokratîk bi her awayî civakê di derheqê pêvajoyê de agahdar û hişyar bike û ev yek anîn ziman: “Heta îro dewletê di bin navê ‘terorê’ de astengî ji siyaseta demokratîk û civakê re derdixist, lê vaye gav hatin avêtin û ev yek ji holê hat rakirin. Êdî divê dewlet gavan biavêje. Divê sazî û dezgehên me jî temasek germ bi gel re deyne û civînan li dar bixe. Divê dan û standina di navbera aliyan de bi leztir bibe.”

‘Ji bo kesek neyê kuştin’

Nivîskar û aktîvîsta TJAyê Leyla Saraç jî destnîşan kir ku ew wek jinek nivîskar ku bi salan di zindanê de maye, bi bangê re ji bo aştiyek mayînde û civaka demokratîk çêbibe, pirr kêfxweş bûye. Leyla Saraç diyar kir ku ev kêfxweşî jî ji bo kesek neyê kuştin, deriyên zindanan vebibin, kesek di zindanan de nemîne ye û got: “Ji bo jiyanek azad û her kes bi mafên xwe bijîn, divê dewlet jî demildest berisva vê daxuyaniyê bide. Divê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan were berdan û di nav gel de pêvajoyê bimeşîne. Agirbest hatiye ragihandin, divê dewlet jî operasyonên xwe bide sekinandin.”

‘Têkoşînek nû dest pê kir’

Leyla Saraç bal kişand ser pêvajoyê ku bi gel re were parvekirin û wiha got: “Divê siyaseta me di nav gel de civîn bên çêkirin û pêvajo bi wan bide famkirin. Yên ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd xwendibin, baş ji wî fam kirin e ku ev yek ne teslîmiyet e, ev pêvajoyek nû ye. Têkoşîn nû ji bo gelê Kurd da destpêkirin. Tişta ku dikeve ser milê me jî divê em piştgiriya vê pêvajoyê bikin û xurt bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne