• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

Fexredîn Kiliç - Sîpan Batmaz / AW

13 GULAN 2026 - 10:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku tev li Forûma Aştî û Azadiya Civakî bû destnîşan kir ku bi giraniyê û bi bêdengiyê aştî nayê pêkanîn û xwest ji bo mayîndekirina aştiyê bi lez gav bên avêtin. Ahmet Turk bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em bi bawer in ku birêz Ocalan jî wê azad bibe.”

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin duh li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Ji tevahiya Kurdistanê, ji bajarên Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê beşdar û axêver di forumê de amade ne.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku 50 sal in li Kurdistanê û Tirkiyeyê siyasetê dike jî di roja ewil de beşdarî forumê bû. Ahmet Turk di Hilbijratina Xwecihî ya 31ê Adara 2024an de cara sêyemîn wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate bijartin. Li ser fermana Wezareta Karên Navxwe di 3yê Mijdara 2024an de ji wezîfeyê hate girtin û waliyê Mêrdînê wek qeyim tayînî şûna wî hatibû kirin.

Tevî ku çend caran Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku şirîkê desthilatê ye banga ku Ahmet Turk li wezîfeya xwe vegere kiribû jî lê di 4ê Gulanê de dema qeyim ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve ji bo du mehan dîsa hate dirêjkirin.

Ahmet Turk yek ji siyasetmedarê gewre yê Kurd e derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Gelê Kurd ji bo aştiyê berdelên gelekî mezin dan’

Ahmet Turk diyar kir ku foruma di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê lidarxistin gelek girîng e û biwate ye û wiha got: “Gelê Kurd bi salan e ji bo aştiyê, ji bo wekheviyê xebateke gelekî mezin kir û berdêlên gelekî mezin dan.” Ahmet Turk, daxwazên gelê Kurd ên ji bo aştiyê bi van gotinan anî ziman: “Aşitiyeke bi rûmet ji bo gelê Kurd daxwaziyeke gelekî hêsan e. Em bi salan e ji bo aştiyê em xebat dikin. Îro jî ji bo aştiyê xebateke gelekî hêja û pîroz tê meşandin. Divê gelê Kurd ji bo vê aştiyê amade be. Ji her çar parçeyên Kurdistanê jî gelek mêvan hatine. Ji Başûr mêvanên me hatine.”

‘Em dixwazin xebatên aştiyê belav bibin’

Ahmet Turk xebatên aştiyê û belavbûna wê ya nav civakê jî bi van gotinan anî ziman: “Em dixwazin ev xebata aştiyê li nav hemû gelê Kurd belav bibe. Hemû gelê Kurd têkeve nav vê aştiyê, bibin alîkarê vê aştiyê.” Ahmet Turk aştî wekî pêvajoyeke du alî pênase kir û bal kişand ser vê xalê: “Ev aştî du alî ye; aliyek Kurd, aliyek jî dewleta Tirkiyeyê ye, yanî desthilata dewleta Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê, divê gelê Turk jî xebateke baş bike.” Ahmet Turk, gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê avêtine bi vî rengî bi bîr xist: “Gelê Kurd ji bo aştiyê îro gaveke gelekî hêja avêtiye. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de peyamek da hemû gelan; em ji bo aştiyê amade ne. Hem şerê çekdarî hatiye sekinandin hem jî biryarek gelekî hêja hatiye dayîn ji bo rêya aştiyê vebe, ji bo pêvajoya aştiyê bimeşe.”

‘Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve’

Ahmet Turk polîtîkayên hikûmeta AKPê bi tundî rexne kir û wiha pê de çû: “Em dibînin hê jî hikûmeta îro, AKP tu gaveke berbiçav neavêtiye. Em hêvîdar in bi vê forumê û bi van xebatan, têkiliyên me hinekî berfireh bibin û tesîrekê li desthilata AKPê bike. Divê daxwazên gelê Kurd bînin cih.” Ahmet Turk şêwaza birêvebirina pêvajoyê bi van gotinan rexne kir: “Bi giraniyê û bi bêdengkiyê aştî nayê meşandin. Bi awayekî vekirî, bi awayekî eşkere bi awayekî dirûst her kes li vê aşitiyê xwedî derkeve.”

‘Rêya aştiyê rêyek dirêj e’

Ahmet Turk armanca foruma aştiyê wiha vegot: “Ev forma aştî, demokrasî û azadiyê bangawaziya ji bo aştiyê ye. Ji bo hemû gelan; gelê Kurd, gelê Tirk, hemû gel ji bo aştiyê karibin xebatekê bikin, xebatekê bimeşînin û xwe ji vê xebatê re amade bikin. Armanca me ev e.” Ahmet Turk pêvajoya aştiyê wekî rêyeke dirêj pênase kir û wiha domand: “Bi rastî ev pêvajoyeke aştiyê ye. Hemû tişt di rojekê de çareser nabin. Dem lazim e, sebir lazim e. Em bi sebir vî karî dimeşînin.”

‘Birêz Ocalan bi sebir vî karî bi rê ve dibe’

Ahmet Turk rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pêvajoya azadiya wî bi van gotinan şîrove kir: “Birêz Ocalan jî bi sebir vî karî dimeşîne. Ew jî nabêje ‘bila îro azad bibim’. Dixwaze şertê aştiyê berfireh bibe, bi cih bibe. Lê wextê ew dem hat, em bawer in ku birêz Ocalan jî wê azad bibe.”

‘Divê baweriya gel neyê şikandin’

Ahmet Turk gavneavêtina desthilatê ya ji bo pêvajoyê û baweriya gel bi vî rengî anî ziman: “Bi rastî gelek tiştan bi derengî dixin, heta îro gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Baweriya gel kêm bûye. Gere ev bawerî neyê şikandin. Roj bi roj, bi lez gava bên avêtin.”

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkSiyasetmedarê Kurd Ahmet Turk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (31)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne