• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Agirê Newrozê dê Îngilistanê geş bibe

Navenda Nûçeyan /AW

15 ADAR 2025 - 13:32
Kategorî: ÇAND Û HUNER, CÎHAN, MANŞET
A A
Îsal dê Agirê Newrozê li Îngilistanê di navbera 21-30ê Adarê de geş bibe. Şahiyên îsal wê bi dirûşmeya “Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk Ava Dikin” bên lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û pêkhateyên wê îsal wê di navbera 21-30ê Adarê de li navendên London, Edinburg û Liverpoolê û li gelek bajarên din, wê Newroz were pîrozkirin. Amadekariyên ji bo Newrozê gihiştin qonaxa dawî. Li Îngilistanê Newroza îsal diyarî Banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate kirin. Li Îngilistan, Skoçya û Bakurê Îrlandayê wê bi dirûşmeya “Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin” Newroz were pîrozkirin.

Li Îngilistanê yek ji navendên herî girîng a Newrozê, wê car din London be. Li Londonê ev 4 meh in amadekariyên ji bo Newrozê didomin. Li Londonê Kurdistanî û dostên wan ji bo coşa Newrozê bi kelecan in. Bi taybetî li Bakurê Londonê li gelek kargehan afîşên Newrozê hatin daliqandin, bi radyo û dîmenên medyaya dîjîtal bang li Kurdistanî û dostên wan tê kirin ku beşdarî Newrozê bibin.

Li Londonê wê roja 23yê Adarê li Parka Finsbury şahiya Newrozê ya bi heybet bê lidarxistin. Koma Çarnewa, Yelda Abbasi, Memozan û Merwan Şan wê derkevin ser dikê. Dîsa bi davul û zurnayan wê Koma Folklorê ya Teşî jî derkeve ser dikê. Gelek siyasetmedarên Îngilîz, sendîkavan û enternasyonalîst ji bo Newrozê hatin vexwendin. Siyasetmedar Osman Baydemîr û ji siyaseta çep a Îngilîz Jeremy Corbyn wê weke axaftvan di şahiyê de cih bigirin.

Roja 21’ê Adarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê wê bi dirûşmeya ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ li avahiya KCCê Newrozê pîroz bike.

Yek ji navendên din ên şahiyan jî, wê bajarê Liverpool be. Newroza Liverpool wê roja 25’ê Adarê li Invisible Wind Factory bê lidarxistin.

Li bajarê Exeter ê herêma Devon a Îngilistanê jî îsal wê du şahiyên cuda bên lidarxistin. Komunca Civaka Kurd a Exeter wê şeva 22yê Adarê li Sidwell Street’ê agirê Newrozê were vêxistin. Li Exeterê wê roja 30ê Adarê bi tevlîbûna hunermend Seyda Perînçek û Merwan Şan bi girseyî Newroz bê pîrozkirin. Parlamenterê Exeterê Steve Race wê beşdarî Newrozê bibe û baxive.

Kurd li Skoçya û Îrlandayê ji bo Newrozê amade ne

Di çarçoveya bernameya Newrozê ya Meclîsa Gelê Kurd de li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê mîna her sal, dê îsal jî bi girseyî Newroz bê pîrozkirin.

Îsal li paytexta Bakurê Îrlandayê Belfast’ê Newroz hate pîrozkirin. Şahiya Newrozê wê li Divis Street bê lidarxistin. Hunermend Seyda Perînçek wê di şahiyê de derkeve ser dikê.

Li Îngilistanê ji xeynî şahiyên Newrozê, wê rêveberên herêmî bi resepsiyonên Newrozê û li Parlamentoya Îngilistanê bi tevlîbûna hemû Kurdistaniyan wê resepsiyona Newrozê ya kevneşopî bê lidarxistin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Saît Suruç têkildarî şahiyên Newrozê yên li Îngilistanê agahî da û got, ew ê Newroza îsal bi dirûşmeyên “Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin” û “Newroza Azadiya Rêber Apo” pîroz bikin.

Suruç ev tişt bilêv kir: “Her kes divê bi soza azadiya Rêber Apo îsal dakeve qadan. Em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesê alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku beşdarî şahiyên Newrozê bibin.”

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Milan jî anî ziman ku Newroza Londonê wê bibe Newroza silavkirina banga Rêber Apo û got, “Em Newroza îsal weke Newroza azadiyê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku roja 23’yê Adarê di Newroza Finbury Park de bên ba hev.

Me hemû amadekariyên xwe qedandine. Îsal kesên mîna Jeremy Corbyn jî wê beşdarî Newroza me bibin û wê bibin hevkarê vê Newroza me.”

Bernaeya Newrozê

Londra

Dîrok: 23 Adar yekşem

Saet: 11:30

Cih: Finsbury Park

Newroza Ciwanan a Londonê

Dîrok : 21 Adar Înî

Saet: 18:00

Navnîşan: Navenda Civaka Kurd a Londonê

Liverpool

Dîrok: 25 Adar Sêşem

Saet: 17:00

Cih: İnvisible Wind Factory

Edinburg 

Dîrok: 30 Adar Yekşem

Saet: 13:00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Edirburgh

Exeter

Dîrok: 30 Adar Yekşem

Saet: 13:00

Cih: Exeter Phoenix

Belfast

Dîrok: 24 Adar Duşem

Saet: 18:00

Cih: St. Congall’s Divis Street

Etîket: BelfastExeterLondraNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne