• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Adalet Kaya: Tecrîdê rakin

1 KANÛN 2024 - 18:45
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya diyar kir ku Tirkiye ji bo tunekirina kurdan tifaqê bi çeteyên cîhadîst re dike û got: “Di çareseriyê de muxatab diyar e. Tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li dijî operasyonên binçavkirinê, girtin û tayînkirina qeyûman li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ya Amedê daxuyanî da. Hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn. Girseyê pankarta “Ji binçavkirin, girtin û qeyûman re na, ji aştiyeke birûmet re erê” hilgirtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî rê li trafîkê girtin. Li dijî vê zextê beşdaran bi dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bertek nîşan dan.

Dema Hevserokê Rêxistina DBPê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî, polîsan ji bo çalakvanan anonsa “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911 a Civîn û Xwepêşandanan” kir. Gurbuz ji bertek nîşani polîsan da.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî anî ziman ku aştî bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Ev pêvajoya dîrokî 100 sal in didome. Ji nişka ve derneket holê. Rastî êdî xwe ferz dikin û di dawiya dawî de dê ji bo gelan û bindestan aştî, xwişk-biratî û azadî were vê xakê. An dê bi hev re tune bibin an jî dê biryara jiyaneke wekhev, adilane û birûmet bidin. Daxwaza me jiyaneke adilane û birûmet e. Ne çekên we ne jî tenak û topên we dê nekarin van daxwaz û hestên me tune bikkin. Dê gelê me serî li ber we netewîne.”

Tecrîdê rakin û dest bi muzakereyê bikin

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî operasyonên tên domandin weke “domandina qirkirina kurdan” nirxand û wiha got: “Tekane sûcê hevalên me yên bi qirkirina siyasî hatine girtin, kurdbûna wan e. Li rexekî qala çareseriyê dikin li rexa din mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd tune dihesibînin. Em vê qebûl nakin. Em ê mafên xwe nedin qeyûmên dizek. Ji bo ev gel nekare xizmetê bigire, hevşaredar bi îdiayên derew ji peywirê tên girtin û nahêlin şaredarî bixebitin. Çareserî zelal e. îradeya gelê kurd zelal e. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Tavilê tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin. Cînayetên jinan, ên zarokan û tayînkirina qeyûman, encama polîtîkayên şer û neçareseriyê ne. Em jî dibêjin ku çareserî û muxatab diyar e. Çareserî li Îmraliyê ye. Tavilê hevdîtinan bidin destpêkirin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanAdalet KayaaştîAZCçareserîDEM PartîDogan Hatûntecrid
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne