• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Adalet Fîdan: Dê serdanên me yên li Başurê Kurdistanê bidomin

Mahmût Altintaş / AW

2 NÎSAN 2025 - 09:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Aktivîsta TJAyê Adalet Fîdan ku di nava şandeya Başurê Kurdistanê de cih digirt diyar kir ku encamên baş ji hevdîtinan derket û dê di demên pêş de jî şande li Hewlêr, Duhok û bajarên Başurê Kurdistanê hevdîtinan bidomînin.

Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk dihat di 26ê Adarê de serdana Başurê Kurdistanê kir û li wir bi sazî û dezgeyan re hevdîtin kirin. Şandeyê li bajarê Silemaniyê li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sazî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesan re hevdîtin kir. Şandeyê li ser pêvajoyê pirs bersivandin û pêşniyarên wan girtin. Aktivîsta TJAyê Adalet Fîdan û endama şandeyê tekildarî hevdîtinê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Adalet Fîdan diyar kir ku li ser daxwaza sazî û rêxistinên Başurê Kurdistanê wan serdan kir û got: “Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Beriya bangê jî şandeyeke me çûbû Başurê Kurdistanê û li wir hinek hevdîtin kiribûn. Lê wê demê serdana hên saziyan nehatibû kirin. Daxwaza sazî û dezgeyên Başurê Kurdistanê hebû ku şandeyek biçe li wir hevdîtin bike. Ji ber wê weke şandeya 2emîn em çûn Başurê Kurdistanê û li wir bi sazî, partî, rewşenbîr, nivîskar û saziyên cûda re me hevdîtin kirin. Me li Silemaniyê bi hemû saziyên ku daxwaza hevdîtinê kiribûn ud hevdîtin kir.”

‘Piştgî dan banga Abdullah Ocalan’

Adalet Fîdan anî ziman ku şandeya wan li Silemaniyê eleqayeke mezin dît û wiha axivî: “Eleqeyeke pir mezin hebû. Bi kêfxweşî em pêşvazî kirin. Li ser pêvajoyê pirs pirsîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Piştgirî dan banga birêz Abdullah Ocalan. Anîn ziman ku bang ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ji bo tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Anîn ziman ku ev bang dê serkeftineke mezin û aştiyeke mayinde bîne û gotin ‘Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê divê bê çareserkirin. Ji bo wê jî alaqayeke mezin dan me. Gotin ‘Li Bakurê Kurdistanê zêdetir feydaya bangê ji bo Başurê Kurdistanê ye. Ji aliyê dewletê ve çi gav hatinê avetin? Wê gav bên avetin an na? û pêşniyarên xwe anîn ziman.”

‘Divê êrişên Tirkiyeyê rawestin’

Di berdewama axaftina xwe de Adalet Fîdan destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyeyê li ser Herêmên Parastina Medyayê fikarên saziyên Başurê Kurdistanê hene û wiha dirêjî da axaftinê: “Der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê ya Başurê Kurdistanê de jî gumanên xwe anîn ziman. Ji raya giştî re jî hat parvekirin. Zêdetirî hezar carar herêmm bombe kirin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî êriş berdewam dikin. Wan jî anî ziman ku ew êriş zerarê dide pêvajoyê û divê êriş bên sekinandin. Dema êriş neyê sekinandin agirbest û pêvajo dikeve xetereyê. Birêz Abdullah Ocalan jî diyar kiribû ku şert û merc bên avakirin. Ji bo şert û merc bên avakirin jî divê azadiya fizikî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê û êriş rawestin. Sazî û dezgehên ku em bi wan re axivîn jî ew tişt anîn ziman.”

‘Pirsgirêka Kurd yek e’

Adalet Fîdan anî ziman ku hevdîtina wan a Başurê Kurdistanê ji bo yekitiya Kurd jî encamên baş derxistinê holê û got: “Em 3 rojan li Başurê Kurdistanê man. Hevdîtin pêk anîn. Bi 10an sazî û dezgehan re me hevdîtin pêk anî. Pirs nîşanê li ser pêvajoyê jî zelal bûn. Şande yek bi yek pirsên wan bersivandin. Sazî û derdorên me bi wan re hevdîtin kir. Ji bo pêvajo biçe serî piştgiriya xwe anîn ziman. Her wiha pêşniyar kirin. Ji bo pêvajo biçe serî dewlet jî gavên şenber baveje beşniyarên xurt anîn ziman. Ew hevdîtin ji bo yekitiya gelê Kurd û jinên Kurd jî encamên baş derxist hole. Sazî û derdoran jî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd yek e û divê yek bê destgirtin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê hemû Kurd piştgiriya pêvajoyê bikin. Li ser vê yekê jî nirxandin hatin kirin.”

‘Hevdîtin dê bidomin’

Di dawiya axaftina xwe de Adalet Fîdan da zanîn ku serdanên wan ên Başurê Kurdistanê dê bidomin û wiha qedand: “Hevdîtinên me li Başurê Kurdistanê wê berdewam bikin. Me li Silemaniyê hevdîtin kirin Lê plan heye ku li Hewlêr, Duhok û bajarên din jî hevdîtin bên kirin. Ji bo wê jî serdana şandeyên me li Başurê Kurdistanê wê bidome û civîn û hevdîtin dê pêk bên. Yekitiya gelê Kurd û jinên Kurd ji bo me her tim pir girîng e. Ji bo yekitiya gelê Kurd jî xebatên cuda hene. Divê dewlet jî gavên şenber baveje û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bê. Divê jin, civan, gelê Kurd û kesên demokrat têkoşîna xwe xurtir bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne