• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan, Şêx Seîd bibîr anî: Serhildana wê çaxê têkoşîna azadiya îro ye

Navenda Nûçeyan / AW

27 HEZÎRAN 2025 - 12:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa “Sedsaliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf” re şand û got: “Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuya Kurd a Belçîka “Konferansa Sedsaliya Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf” li dar dixin. Konferans li Centre Culturel Espace Magh tê lidarxistin. Gelek kesayet û siyasetmedar tev li konferansê bûn e.

Konferansê bi sirûda “Ey Reqîb” û rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê Hevserokê KNKê Ahmet Karamus kir.

Pêşkêşvana Konferansê Gulistan Çiya Îke jî peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû, xwend.

Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

“Ji bo Konferansa Sedsaliya Serhildana 1925an

Cemiyeta Azadî, Şêx Seîd û Hevalên Wî, Bîr û Îtîraza Hevpar

Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de behsa wê dikin, ji serhildanek an jî serhildêriyeke herêmî wêdetir e. Ev rastî têkoşîneke kevneşopî ya ji bo hebûnê ye ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Ew têkoşîn serhildana civaka Kurd e ku bi bawerî, kevneşopî û îradeyê li dijî zihniyeta yekperest a ferzkirî derketiye holê.

Şêx Seîd, wekî pêşengekî di şert û mercên serdema xwe de, berpirsiyariya civakî wergirtiye ser xwe û li dijî polîtîkayên înkarê yên ku îradeya Kurdayetiyê hedef digirtin, helwesteke xurt nîşan daye. Ev serhildana ku di şexsê wî de wateyekê werdigire, ne tenê bertekeke siyasî ye, di heman demê de bertekeke civakî ye jî. Ev bertek îfadeyeke dîrokî ya dilsoziya Kurdan a bi heqîqeta xwe re ye.

Siyaseta navendîperest û yek-nasnameyî ya ku di salên destpêkê yên Komarê de hat meşandin, armanc dikir ku gelê Kurd ji hebûna wan dûr bixe. Şêx Seîd got ‘Me edalet dixwest, lê we cezayê îdamê da’ û bi vê gotinê li dijî vê siyasetê dengê gelekî bir heta sêdarê. Ev gotin nîşaneya herî zelal û bi hêz e ku nîşanî me dide ku heqîqet li hember zilmê paşve gav neavêtiye. Her wiha, gotinên wî yên wek ‘Birêz dozger, ka em diçûn bi hev re berx bixwin’ îfadeya komployê ye ku ew pê re rû bi rû maye. Gotinên wî yên wek ‘Bêguman neviyên min wê tola min hilînin’ hêviya berxwedanê ye ku wî ji bo nifşên siberojê hiştiye.

Xaleke din jî heye ku divê li vir binê wê bê xêzkirin: Mîna her berxwedaneke dîrokî, serhildana bi serokatiya Şêx Seîd jî, şert û mercên serdema xwe hildigire navxwe. Girêdana wê serhildanê bi têkoşîna azadiyê ya îroyîn re, ne bi romantîzkirina wê, lê bi derxistina dersên binyatî û ji nû ve avakirina berdewamiya dîrokî li ser xeteke azadîxwaz û demokratîk mumkun e.

Min ev kevneşopî ji bo veguherîna şoreşgerî ya Kurdbûna azad wek bingeh girtiye dest. Têkoşîna ku ez dimeşînim armanc dike ku mîrata berxwedanê ya watedar a rabirdûyê bi pergala demokratîk, piralî û aştiya civakî ya siberojê re bîne cem hev. Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a îroyîn re were hevgirtin, ew ê wateya xwe ya rastîn bi dest bixe.

Kurdbûneke azad bi dilsoziya bi dîrok, çand û nirxên exlaqî-siyasî yên gel re mumkun e. Divê gelê me di vê mijarê de baldar be û mîrateya pîroz a ku rêberên dîrokî li dû xwe hiştiye biparêze.

Li ser vê bingehê, ez Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim û careke din biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li nirxên têkoşînê li ser rêya azadî û rastiyê diyar dikim, bi hêviya konferanseke serketî hemî beşdaran silav dikim.

Abdullah Ocalan

Îmrali, Hezîran 2025”

Etîket: Abdullah OcalanKNKŞêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne