• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan peyam ji Konferansa Ronakbîriyê re şand

Navenda Nûçeyan /AW

17 TÎRMEH 2025 - 12:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Êzidî û Şengalê peyameke taybet gîhand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê. Di peyamê de diyar kir ku pêwiste herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê.”

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzidiyan konferanseke girîng li dar dixe. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi dirûşmeya “Banga Civaka demokratîk bersiva 73 fermana ye” tê lidarxistin, Konferansê bi coş û hêviyeke mezin dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo konferansê peyamek şand.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo konferansê wiha ye;

“Beriya her tiştî, ez we li ser navê rêhevalên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Xelkê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran salin li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tine hesibandinê hebûna xwe parastine.

Êzidî şopên jiyana azad heta roja me anîne

Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyek zêdetire. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heta roja me anîne.

Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, Êzidî paş ve gav neavêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêçan. Hate xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tinekirin jî, ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.

Jinên Êzidî ti carî serî netewandin

Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrişên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.

Îro têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gelê Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedî lê derketina wijdana mirovahiyê ye.

Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin gengaz e.

Ferman êdî bi dawî bûne

Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî û xwişk-biratî dixwaze, mijara rûmetê ye.”

Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pêşwazîkirin.

Etîket: Abdullah OcalanÊzidîpeyam şengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne