• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Navenda Nûçeyan / AW

25 MIJDAR 2025 - 11:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 25ê Mijdarê de peyamek şand û got: “Tu hemleyên azadiya civakî yên jinan negirin navenda xwe, nikarin bibin şoreşek rasteqîn. Me azadiya jinan ji bo xwe esas girt.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, peyamek bi raya giştî re parve kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e, dîrokî ye û ji gelek tebeqeyan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinê re destpê kir û êriş bir ser civakîbûna li dora jinê ava bûye. Tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama vê êrişa dîrokî ne. Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakîbûna li dora jinê, piştre li Mezopotamyayê veguherî meclîsa xwedayan, rahîbên Sumeran û ji wir jî veguherî fîrewn û qralan, bi vî rengî zexta baviksalariyê ya li ser civakê daîmî kir.

Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Bedena wê tê firotin, kesayetiya wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xençerê koletiyê dijî ku mejiyê baviksalarî li pişta wê xistiye. Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinê, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan divê bê fêhmkirin û çareserkirin. Dema ku mirov kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, tundiya li jinê, mêtingeriya ji ber cihêkariyê bînin ber çavên xwe, hingî asta koletiyê ji texmînan bêhtir mezin û bilind e. Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin. Ew xirxalên ku jin ji bo xeml û rewşê bi xwe ve dikin, ew xizêmên ku bi pozê xwe ve dikin, hemû jî nîşaneyên koletiyê ne ku ji dîrokê û vir ve hatine. Li nava modernîteya kapîtalîst koletiya jinê hîn kûr bûye, sîstemê jin veguherandiye amûreke bazarê û xemilandinê. Ji bo rizgariya ji vê koletiya bi rêk û pêk, ji bo azadiyê pêwîstî bi kûrbûneke mezin û rêxistiniyê heye.

Ti ji pêngava azadiyê ya civakî, heta ku azadiya jinê neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn. Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim. Me azadiya jinê ji xwe re kir esas û bi vî rengî têkilî nirxand. Xebatên me yên mezin li ser jinan in. Girîng e ku têkilî û nakokiya navbera jin û mêr bê fêhmkirin. Me, serweriya mêr a ku azadiya jinê asteng dike û jinan bi her awayî dike kole analîz kir, nirxand. Me sosyolojiya azadiyê afirand. Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike.

Abdullah Ocalan”

 

Etîket: 25ê MijdarêAbdullah Ocalanpeyam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne